Li Reqayê êrişa bombeyî

QSD'ê ragihand ku li hemberî wesayiteke Meclîsa Leşkerî ya Reqayê êrişek hatiye kirin û di encamê de 2 endamên meclîsê birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber teqîna mayînekê bi erebeyekê wan ve du şervanên Meclîsa Leşkerî ya Reqayê birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Kesên nenas, tê texmînkirin ku şaneyên DAÎŞ'ê ne, mayînek bi erebeyeke Meclîsa Leşkerî ya Reqayê ve teqandin. Meclîsa Leşkerî ya Reqayê nêzî rêya Romaniyê ya rojhilatê bajarê Reqayê dewriye dimeşand. Di encamê de du şervanên meclîsê birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan a tenduristiyê baş e. Hêzên me lêpirsîn dane destpêkirin."