Li Efrînê herî kêm 21 kes hatin revandin, zêdeyî 500 darên zeytûnê hatin birîn

Dewleta Tirk a dagirker ji nîvê meha Adarê û vir ve herî kêm 21 kes li Efrînê revandine û zêdeyî 500 darên zeytûnê birîne.

Dewleta Tirk ku ji sala 2018'an ve Efrîn dagir kiriye, rojane sûcên şer dike.

Revandina mirovan, êşkence, talan û gefxwarin bûne kiryarên rojane. Tenê ji nîvê meha Adarê û vir ve herî kêm 21 kes hatin revandin.

Di 11'ê Nîsanê de li navçeya Mabatayê kesek, 8'ê Nîsanê li navçeya Cindirêsê kesek, 5'ê Nîsanê li gundê Gurzêl ê navçeya Şêrawayê kesek, 3'ê Nîsanê li navçeya Şerayê kesek, 2'ê Nîsanê li taxa Eşrefiyê ya Efrînê 2 kes hatin revandin.

Piraniya kesên hatine revandin aqûbeta wan nayê zanîn. Hate ragihandin ku ji bo hin ji wan ji malbatên wan fîdye hatiye xwestin.

Dewleta Tirk her wiha çavkaniyên bingehîn ên debara gel jî talan dike. Di nava du hefteyên dawî de herî kêm 522 darên zeytûnê û darên din hatine birîn.

Komên çete yên dewleta Tirk her wiha dest danîn ser gelek dikanên li Efrînê û dikanên li taxa Eşrefiyê. Li gorî agahiyan, tenê çeteyên El Şamiye dest danîne ser 75 dikan û 45 zeviyên Efrîniyan.