Dagirkeran bombe li Eyn Îsayê barandin

Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li gundên li rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê kir.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker bi dema herêmî saet di 03:00 de bombe li bejahiya rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê barand.

Bombardûman li ser gundên Mişêrfê, Hoşan û Xalidiyê û Rêya Bejahî ya M4 hate kirin.