Evîna Evraz bi helbestan temam dike

Mihemed Emîn Hesen pirtûka xwe ya helbestan, diyarî kurê xwe Evrazê ku di sala 2013’an de şehîd ketiye kir. Emîn Hesen got, “Evîna Evrazê min yê li hember şoreşê nîvco ma, min xwest evîna wî bi helbestan temam bikim.”

Mihemed Emîn Hesen di sala 1955’an de li gundê Deksûriya yê Girkê Legê ji dayik bûye û bavê 8 zarokan e. Mihemedê ku necariyê dike, ji bo kurê xwe yê şehîd helbestan dinivîse. Evraz ku zarokê wî ya 5’emîn e di sala 2013’an de li gundê Safa yê Çilaxa şehîd bû. Dema kurê xwe Evraz li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a bajarê Dêrikê spartin axê, helbest li ser gorê wî xwendibû. Mihemed Emîn Hesen di sala 2021’an de ji bo kurê xwe Evraz dest bi nivîsandina helbestan kiriye.

WÊREK Û RIKDAR BÛ

Mihemed Emîn Hesen anî ziman ku Evraz di sala 1984’an de li Girkê Legê hatiye dinê û wiha qala kurê xwe kir, “Zaroktiya Evraz cuda bû. Gelek wêrek bû. Dixwest pir tiştan bike, tişta xistiba sere xwe jî dikir. Ne digot ez ê biwestim, nikarim an jî bi ser nakevim. Evraz civakî bû, gelek hevalên wî jî hebû. Li dora wî timî qelebalix bû. Bi mirovên mezin re hevaltî dikir. Hêzek wî ya cuda hebû, wêrek û rikdar bû. Çi kiriba serê xwe ew dikir.

BI PKK’Ê RE MEZIN BÛ

Dema ku çavê xwe li dinê vekir, Tevgera Apoyiyan nas kir. Berî ku Evraz were dinê heval timî li mala me bûn. Mala me weke akademiyek bû qet vala nedima. Evraz jî di nava hevalan de mezin bû. Evraz çavên xwe bi PKK’ê re vekir û xwe nas kir.

ŞEHADETA WÎ HÎS KIRIBÛ

Mihemed Emîn Hesen diyar kir ku di 4’ê Cotmehê de mîna ku hîs kiribe  Evraz şehîd bûye, tevî ku kesî  agahî jê negirtiye, xwe gihandiye eniyê şer yê li gundê Safa yê û wiha dewam kir, “Bêhna min teng bû, çi bû min jî fêm nekir û min bi yek carê xwe li gundê Safayê dît. Ji xwe dema giham eniyê şer her der di nava toz û dûyê de bû, gundî tevahî li derva bûn. Diyar bû li wir şerek dijwar pêk hatiye.”

Mihemed Emîn Hesen anî ziman ku piştre vegeriya malê û wiha domand: “Li Til Cemal sersaxî hebû. Hevjîna min got ‘em herin sersaxiyê’. Di rewşên asayî de ez her tim diçim sersaxiyê, lê min nekarî wê rojê biçim. Min hîs kir kku tiştek heye, lê min nizanîbû ew çi ye û ez nerehet bûm. Herkes çû sersaxiyê ez li malê tenê mam. Ez li odeyekê raza bûm. Wê demê kurê min ê mezin telefon kir. Ji min re got were Dêrikê û birîndar hene. Û got Evraz. Tevî diya Evraz em çûn Dêrikê. Ji pişta xwe birîndar bû û şehîd bibû.”

Mihemed Emîn Hesen dema Evrazê xwe li Goristana Şehîd Xebat Dêrîk spartin axê, bi vê helbestê wiha bang kir:

“De bînin hevalno,

De bînin darbestê delalê dilê min bi min re bînin,

Kajîno di bi Xwedê ke darbesta delalê min gelekê nehêjînin,

Evrazê min birîndar e,

Derba wî jî piştê ye,

Hûnê birîna Evrazê min neêşînin,

De bînin darbesta delalê min bi min re bînin

Û darbesta delalê min gelekê nehêjînin

Birîna Evrazê min piştê ye,

Birîna Evrazê min neêşînin…”

Bavê Mihemed bi teşwîqkirina hevalên xwe, bi helbesta ku di şehadetê de dest bi xwendinê kiriye, ji bo ku Evraz zindî bihêle, bîranînên xwe bîne ziman û di jiyanê de bixemilîne, biryar dide ku hestên xwe binivîsîne. Ji ber ku di xwendin û nivîsandinê de ne pir jêhatî ye, hewcedariya wî bi alîkariyê heye û hevalên wî jî ew bi tene nahêlin.

DI SALA 2021’AN DE JI BO EVRAZ DEST BI NIVÎSÊ DIKE

Mihemed Emîn Hesen der barê helbestên xwe de ev tişt anî ziman: “Piştî ku Evraz şehîd bû, hestên min ên şehîdbûnê geş bûn. Biryara nivîsandina helbestê ne biryareke fermî bû, xwezayî bû. Berê min ji guhdarkirina helbestan hez dikir, lê nivîsandina Evraz cuda bû. Diviyabû ez hestên xwe yên ji bo Evraz bi awayekî eşkere bikim. Carinan dema em bi hevalan re rûdiniştin, min helbest dixwend û wan jî min teşwîq dikir ku binivîsim. Min qet nedifikirî ku rojekê pirtûkek binivîsim. Min tiştek wisa nefikiribû. Dema ku ez bi hevalên xwe re dihatim cem hev, min car caran helbest digotin. Dê bipirsin ka helbestên kê ne. Min tişta di dilê xwe de hebû îfade dikir. Digotin ez çi di dilê xwe de ye binivîsim. Xwende û nivîsendetiya min jî ne zêde xurt bû, lê bi piştgiriya hevalên xwe min di sala 2021an de dest bi nivîsandinê kir. Min helbestên xwe li ber çavan girtin û ji bo nivîsandina wan hevalan alîkariya min kirin.

DIVIYA MIN EVRAZ DI JIYANÊ DE ZINDÎ BIGIRTA

Îlhama min Evraz e. Piştî şehadeta Evraz ez mecbûr bûm Evrazê xwe zindî bihêlim, Evraz her tim li cem me be. Hestên min ez ber bi wê ve dikişandim. Çawa kaniyek diteqe û çavkaniya xwe ya avê dibîne. Hestên min ez vegeriyam Evrazê min, ez bi Evrazê xwe re anîbûm hev. Min biryar neda ku ez pênûsê hilgirim û binivîsim, hestên min bûn ku ez binivîsim. Evraz di dilê her kesî de cih girt, di dilan de birîn vekir. Bi vî awayî min Evrazê xwe wek bavê xwe zindî kir. Dilê min ji bo Evrazê lêdixist, hestên min ji bo Evrazê min çalakî kirin."

EVÎNA EVRAZ DEWAM DIKE

Piştî xebateke nêzî salekê, di sala 2022’an de helbestên ku ji bo kurê xwe Evraz nivîsîbû, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Evîna Evrazê Min’ de berhev kir. Pirtûka Evîna Evrazê Min ku tê de helbestên Daweta Evraz, Azadî, Cîranê Tirsonek, Kobanê Birîndar e, Evîna Evrazê Min, Ez Namirim, Çata Cangoriyan hene, qala şoreş û Evrazê dike. Mihemed Emîn Hesen got, “Evraz şehîd bû. Evraziya Evraz a ji bo şoreşê qut bû. Min navê pirtûkê da Evîna Evrazê Min ji bo ku evîna xwe ya şoreşgerî ya Evrazê zindî bihêlim.”