Li Şehba û Hesekê êrîşên dagirkirinê hate şermezarkirin

Li Şehba û Hesekê êrîşên dagirkirinê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re bi meşekê hate protestokirin. Di meşê de hate diyarkirin ku PDK’ê xiyanet li şehîdan kir û destkeftiyên gelên herêmê têk bir.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê bi çalakiyên cuda têne şermezarkirin. Li Şehba û Hesekê bi hezaran kes li hev civiyan û êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.

ŞEHBA

Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi dehhezaran kes daketin qadan, hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kirin. Her wiha meşvanan berxwedana gerîla silav kir.

Meş ji rêya sereke ya di navbera navçeya Ehdas û gundê Til Qerah de dest pê kir. Di meşê de alên PKK, Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên şermezarkirina xiyaneta PDK'ê û silavkirina berxwedana gerîla hatin hildan. Meş ber bi kolanên sereke ve geriya û li qada kampa Serdemê ya li gundê Til Sosîn veguherî mîtîngê.

Endamê Rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Xelîl Îso axivî. Îso anî ziman ku divê hemû Kurd li dijî xiyanet û êrîşên dagirkirinê derkevin qadan û wiha got: “ Dîrok wê xiyaneta malbata Barzanî binivîsne, wê malbatên şehîdan û zarokên wan vê xiyanetê ji bîr nekin. Wê malbata Barzanî hesabê vê xiyanetê bide.“

Piştre li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Şadiya Îbrahîm jî axivî û got: "Her cara ku dewleta Tirk a dagirker êrîşê gerîla dike, gerîlayên azadiyê derbên giran li wan dixe. Dagirker neçar dimîne bireve. Careke din dewleta Tik bi piştevaniya malbata Barzanî êrîşî gerîla dike. Cîhan, gelê Kurd û malbatên şehîdan dibînin ku çawa malbata Barzanî li kêleka dewleta Tirk disekine û piştgiriya dide qirkirina Kurdan.“

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina xiyanetê û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

HESEKÊ

Li ser banga Meclîsa Malbatên Şehîdan bi hezaran şêniyên Hesekê bi dirûşma “Lihevkirina bi dewleta Tirk re, dijminahiya hemû gelan e” xwepêşandek li dar xist. Di xwepêşandanê de hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re ku ji duh ve êrîşeke berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin, hate şermezarkirin. Di xwepêşandanê de, malbatên şehîdan, endamên sazî û navendên sivîl û leşkerî yên bajêr, partiyan û şênî amade bûn.

Xwepêşandan li Çerxerêya Sînalko dest pê kir û li Parka Serok Ocalan a li taxa Nasra veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star axaftin hatin kirin.

Li ser navê Kongra Star, Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer El Abdullah axivî. Semer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide xewnên Osmaniyan vejîne, ji bo wê êrîşeke berifreh li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) li Herêmên Parastinê yên Medayayê bi hevkariya PDK`ê dest pê kir, lê armanca wê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Ev yek piştî hevdîtina Mesrûr Barzanî bi Erdogan û serokê MÎT`ê Hakan Fidan re, pêk hat.”

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat jî li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) axivî û daxuyand ku hewldanên dewleta Tirk ji bo kontrolkirina Şengalê bi rêya hikûmeta Kazimî û PDK`ê berdewam in û destpêka vê hewldanê lihevkirina 9`ê Cotmeha 2020`an bû.

Berekat, bang li PDK`ê kir ku ji van siyasetan dûr bikeve û bi planên dewleta Tirk a dagirker neyê xapandin ku tenê dixwaze berjewendî û projeyên xwe yên dagirkirinê pêk bîne. Berekat bilêv kir ku hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re wek xiyaneta bi xwîna şehîdan re û têkbirina destkeftiyên gelên herêmê bi nav kir.