Divê PDK ji vê şermê xwe rizgar bike

Mihemed Sedîq ê ku bavê sê şehîdan e diyar kir heke Barzanî piştgiriyê nede wê dewleta Tirk nikaribe wisa bi rihetî êriş bike.

Mihemed Sedîq ê ku bavê sê şehîdan e diyar kir heke Barzanî piştgiriyê nede, wê dewleta Tirk nikaribe wisa bi rihetî êriş bike û got “Em êşê dikişînin û her dem li ser me êriş hene. Lê em gelekî xwedî rûmet in. Divê malbata Barzanî dev ji van tiştan berde.”

Malbatên şehîdên Kobanê êrişên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Mihemed Sedîq ê ku bavê sê şehîdan e got “Em qebûl nakin ku Barzanî tevî Erdogan re be û êrişî Kurdan dikin. Em dewleta Tirk nas dikin. Li ku derê Kurdek hebe wê dewleta Tirk êrişî wir bike, ji ber ku dijminê Kurdan e. Lê çima malbata Barzanî vî tiştî dike? Heke Barzanî alîkariyê nede, wê dewleta Tirk evqasî bi rihetî êriş neke. Dewleta Tirk êrişî gerîla û Qamişlo û Kobanê dike. Di navbea Rojava û Şengalê de dîwarê şermê tê lêkirin. Ev tişt bi piştgiriya malbata Barzanî tê kirin. Divê PDK xwe ji vê şermê rizgar bike. Em bi hezaran sal in êşê dikişînn û li ser me êriş hene lê em gelekî xwedî rûmet in. Divê malbata Barzanî dev ji van tiştan berde.”

Gulsim Şêxo ya ku birayê wê şehîd e got “Bajar û çiyayên me tên bomberdûmankirin, ciwanên me tên qetilkirin. Erdogan bi saya piştgiriya ku werdigire xurt dibe. Em xwişkên şehîdan in. Em ê tu carî li hemberî êrişan stûyê xwe xwar nekin.”

Şemsê Seyîd a ku birayê wê jî şehîd bûye got “Barzanî xwe daye kêleka Erdogan û li gerîla dide. Çi karê te li wir heye? Heke tu Kurd î were bi gerîlayan re be. Gerîla zarokên me ne, em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin gerîla.”

Cîhan Bozan a ku hevserê wê şehîd bûye jî got “Her carê dewleta Tirk û Barzanî dibe yek û êrişî Kurdan dike. Ev şerm e ku bi Erdogan re bûye yek. Em tu carî vî tiştî qebûl nakin. Ev der axa me ye. Heta ku em li ser axa xwe bi azadî bijîn, em ê têbikoşin.”

Welat Şêxo: “Em bang li pêşmergeyên xwedî rûmet dikin, xwedî li rûmeta xwe derkevin û bi gerîlayan re bin. Nebin hevalê Tirkan. Erdogan spasiyên xwe pêşkêşî Barzanî dike. Divê gelê Kurd tu carî van tiştan ji bîr neke.”

Xanim a ku hevserê wê jî şehîd bûye got “Erdogan har bûye û êrişî Kurdan dike. Bi malbata Barzanî re ye. Ez tenê vî tiştî ji malbata Barzanî re dibêjim, kesên îro êrişî gerîlayan kirin wê sibê êrişî tê jî bikin. Dev ji vê îxanetê berde.”