Reqayiyan êrîşên dagirkeriyê protesto kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan.

Bi sedan şêniyên bajar û gundên Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekştiya Jinên Ciwan li ber Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li başûrê Reqayê civiyan. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hilgirtin.

Xwepêşandêr ber bi Çerxerêya Saetê ya li naverasta Reqayê çûn û diruşmeyên “Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re, bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Li Çerxerêya Saetê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Elî El-Qasim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em derbasî qonaxeke nû ya Şerê Cîhanê yê Sêyem dibin, lewma hemû aliyên herêmî û cîhanî li hesab û têkiliyên xwe vedigerin, ji ber ku şerek heye di navbira hêzan de.’’

Di serî de gel bûne qurban, kiryarên ku dewlet li Rojhilata Navîn pêk tînin û bi taybetî dewleta Tirk a dagirker û rejîma Şamê ya dîktator, her wiha PDK’a xayîn û sîxur, komployeke nû li dijî gelê herêmê ye. Êrîşên dawîn ên li ser Şengal û Kobaniyê û herêmên din mînak in ji bo vê yekê.’’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên hevpar ên dewleta Tirk û PDK`ê yên li dijî gelê herêmê, gelê Kurd û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi armanca şikandina vîna gelê herêmê ye û parastina berjewendiyên partiyî û malbatî ne.

Di dewama daxuyaniyê de êrîş û komployên li dijî gel û şervanên azadiyê tên kirin, hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Em bang li partî, gel û kesên xwedî wijdan, bi taybetî ciwanan dikin ku li hemberî van komployan serî rakin. Wekî ciwan em ê li dijî êrîşên hovane têbikoşin û heyfa şehîdan hilînin.”

Xwepêşandan bi berzkirina diruşmeyên “Na ji dagirkeriyê re”, “Bijî Rêber Abdullah Ocalan” û “Bimire faşîzma Erdogan” bi dawî bû.