Dewleta Tirk êrîşî Minbic û Til Rifat dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş bire ser Minbic û Til Rifatê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê saet 06:00’an bombe li gundên Ereb Hesen, Ewn Dadat û Seyade yên dikevin Bakurê rojavayê Minbicê barandin. Bomberdûmana li ser gundê Ewn Dadat didome.

Dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê ji vê sibehê ve ji Ezaz û Marê yên dagir kirine, bi dehan top avênin navçeya Til Refat a Kantona Şehbayê.

Êrîş di saet 11:00’an de ku hemwextê ku li dijî dagirekriyê xwepêşandanek pêk were, hate kirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Ehdas a Şehbayê bê protestokirin.