Kawa Nadir: Ya ku dewleta Tirk dixwaze şerê Kurd-Kurd e

Çalakvanê Siyasî û Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir diyar kir, ku divê PDK ji dîroka di navbera pêywendiyên Kurdistanî û desthilata Tirkiyê sûd werbigire û baweriya xwe bi dewleta Tirkiyê neyne.

Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) di van demên dawî de êrîşên dijwar li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, ev êrîş piştî 3 rojan ji hevdîtina Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya bi Serokomarê Tirk ê faşîst Recep Tayyîp Erdogan û serokê îstixbarata Tirk Hakan Fîdan re pêkanî destpêkir.

Li ser vê mijarê Çalakvanê Siyasî û Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir ji ANF’ê re axivî. Nadir di destpêka axaftina xwe de behsa têkiliyên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya bi dewleta Tirk re kir û got: “Têkiliya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û dewleta Tirkiyê vedigere deh salên borî, bi taybetî piştî serhildanê ku dewleta Tirkiyê tekane rêya derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê bû. Lê têkliyên PDK'ê û dewleta Tirk ne di nava hevsengiyekê de ye; dewleta Tirk bi rengekî  pir sivik li herêma Kurdistanê dinêre. Her wiha  PDK wisa difikire ku peywendiyên wê bi welatên Rojava û bi taybetî  bi Emerîka re bi riya Tirkiyê re çêdibin.”

Kawa îşaret bi serdana Erdogan û Barzanî kir û wiha axaftina xwe domand: “Ev serdan ne fermî ye û bê protokol e. Berovajî ya ku medyaya Tirkiyê behsa wê dikir ku dibêjin serdanek ji bo vejandina peywendiyên aborî û bazirganî bû. Lê Hebûna Hakan Fîdan hemû îdiayên medyaya Tirkiyê red kir, ew serdan tenê ewlekarî bû û li pêşiya êrişa Tirkiyê bi ser deverên Zab û Avaşîn û çend navçeyên din vekir. Bi vê yekê re liv û tevgera hêzên pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê zêde bû. Ji ber wê  Tirkiye dixwaze ji peywendiyên xirab ên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de sûd werbigire û  valahiya qanûnî û îdarî ya li herêmê li gorî berjewandiyên xwe bikar bîne û navçeyên sînorî kontrol bike.”

Nadir di dewama axaftina xwe de bal kişande ser armancên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “Di dema ku dagirkeriya Tirk hewl dide ji aliyê leşkerî û erdnîgarî ve li ser xaka herêma  Kurdistanê berfireh bibe, dixwaze  ku di navbera PKK û Partiya Demokrata Kurdistanê de pevçûnekê çêbike û şerê Kurd û Kurd derxîne. Ji ber wê di şerê navbera her du hêzên Kurd de dewleta Tirk tenê serkeftî ye.”

Nadir wiha pê de çû: “Gelek pirsgirêkên dewleta Tirk hene. Tevî ku di şerê li dijî Ukraynayê de bêalîbûna xwe nîşan dide jî, lê ji bo berjewendiyên xwe hem Rûsya û hem jî welatên rojavayî bi kar tine jî;  cih û bûyerên heyî wî mecbûr dike ku dûr bimîne. Lê ya rast ev e ku dewleta Tirk wê nikaribe tiştên ku dixwaze li Rojhilata Navîn pêk bîne. Ji ber vê yekê çarenûsa wê ya piştî şer nayê zanîn û bêguman wê bibe yek ji qurbaniyên wê.”

Di derbarê agahiya ku operasyonên leşkerî yên vê dawiyê di çarçoveya peymana ku Mesrûr Barzanî bi Erdogan re ya ji bo firotina gaza Kurdistanê ji welatên Ewropayê ya ji aliyê Enqereyê ve hatiye çêkirin de, Nadir wiha got: “Hevsengiya hêzê ya li Rojhilata Navîn wek ku hinek xeyal dikin, alîkariya Tirkiyê nake ku Herêma Kurdistanê dagir bike û gaz û petrolê bikarbîne. Her çiqasê Partiya Demokrat a Kurdistanê û dewleta Tirk jî vê yekê bixwazin jî, lê xistina herêmê di nexşeya enerjiyê ya Rojhilata Navîn de ne ewqas hêsan e. Her çiqasê dewleta Tirk ji bo danûstandinên xwe yên bi Rûsya, Emerîka û welatên rojavayî re petrol û gaza Kurdistanê kontrol dike jî, lê ev mijar li hev hatiye pêçandin û wê bi rengekî neynî li Tirkiyê vegere.”

Nadir di beşek din a axaftina xwe de anî ziman ku Partiya Demokrata Kurdistanê ji welatên rojava zêdetir hewl dide Tirkiyeyê dilxweş û razî bike û wiha dewam kir: “PDK difikire ku Tirkiye kilîta peywandiyên bi Emerîkayê û welatên rojava re ye. Lewma hewl dide ku ji welatên rojava zêdetir dilê Tirkiyeyê xweş bike. Dewleta Tirk ji gelê Kurd hez nake û timî Fobiyaya Kurd li pey wî baz dide; ji bo ku li her çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên netewî û dîrokî yên gelê Kurd bixe destên xwe, hemû îmkanên xwe bi kar tîne. Ji ber wê divê PDK ji dîroka têkiliyên Kurdan a bi dewleta Tirk bi taybet di destpêka damezrandina dewleta Tirk a nûjen de ku 72 nûnerên Kurdan tê de hebûn, sûd werbigire. Di dema darbeya li dijî peymana Sêvrê û îmzekirina Lozanê; du ji van Kurdan di Kongreyê de îdia kiribû ku gelê Kurd naxwaze ji dewleta Tirk veqete, piştre kesên Kurd ên ku tevlî Meclisê bûn hatin girtin û cezayê îdamê ji wan re hat dayîn.”

Çalakvanê Siyasî û Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser valahiya qanûnî û siyasî ya li Iraqê û got: “Dewleta Iraqê di rewşeke kaos û valahiya siyasî û yasayî de ye, parlamentoyê namzet nîşan neda ku serokomar û serokwezîr hilbijêrin. Gelek nûner hene ku li dijî dewleta Tirk daxuyaniyên wan hene, lê tu cidiyet di vê mijarê de tune ye. Bi hev re tevdigerin û hevkariyê dikin. Tişta ku li Şengalê qewimî, di heman demê de êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan dide ku dewleteke kûr heye ku dewleta fermî kontrol dike. Hemû daxuyaniyên medyayî, marjînal û ne cidî ne. ji ber ku ger bi rastî dixwazin êrîşan rawistînin wê serdana komîteya ewlekariyê bikirana; her wiha wê daxwaza civînê li Neteweyên Yekbûyî bikirana. Ji ber tişta ku niha Tirkiye dike bêyî erêkirina Îran, Iraq û Sûriyê nîne.”