Artêşa Tirk gundên Girê Spî û yên Şerayê bombebaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê gundên rojavayê Girê Spî bi dijwarî bombebaran kir, tê gotin birîndar hene. Her wiha dagirker di van kêliyan de bombe li gundên Şerayê jî dibarînin.

Êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Tevahî gundên rojava yê Girê Spî yên li eniyên şer bi dijwarî ji aliyê arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne bomebarankirin.

Arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ehmediyê, Dunyak, Erîda, Bîr Ereb, Serzûrî, Huriyê, Kopirlîk û Xanê yên rojavayê Girê Spî bi obusan bombebaran dikin.

Tê gotin ku di encamê wan bombebaranan de çend welatî birîndar bûne. Birîndar rakirine nexweşxaneya navçeya Çelebiyê. Her wiha ziyanên mezin gihiştin mal û milkên şêniyan.

ŞERA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mernazê, Elqemiyê û Şewarxa yên navçeya Şera ya Kantona Efrînê û gundên Til Medîq, çiyayê Nayêf, Şêx Îsa û Minixê yên Kantona Şehbayê bi dijwarî bombebaran dikin.

Bombebaran didomin.