Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Peykerê şehîd Gulo hat danîn

Li bajarê Qamişlo peykerê şehîdê kedê Yûsif Gulo yê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketibû bi merasîmeke girseyî hate danîn.

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker gelek welatiyên sivîl şehîd ketin. Ji van yek jê şehîdê kedê Yûsif Gulo ye. Gulo 9`ê Mijdara 2021`an di êrîşeke bi balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker a li taxa Hilêliyê ya li Qamişloyê de tevî neviyên xwe Mezlûm û Mihemed Gulo şehîd bûn. Fermanderiya Giştî ya QSD, YPG û YPJ'ê û Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo û gelek saziyên sivîl, li çerxerêya pêşî ya li aliyê rojavayê bajarê Qamişlo bi merasîmekê peykerê welatparêz Yûsif Gulo danî.

Li ser peykerê şehîd Yûsif Gulo gotina wî wiha hatiye nivîsandin: “Ji bo Kurdisteke serbixwe û miletê Kurd, ku ez jî şehîd bikevim û pêncî xortê min hebin şehîd bikevin, ez ê bikim qurban ji bo xatirê bihosteke ji axa Kurdistanê azad bibe.”

TILIYÊN WÎ DI ÇAVÊN DIJMIN DE BIN

Peykersaz Emîn Ebdo der barê çêkirina peykerê şehîd Gulo de agahî da. Ebdo diyar kir ku tevî 3 xwendekarên Zanîngeha Rojava, Mihemed Ehmed, Rûgeş Osman û Izet Ebdo di 6`ê Çileya 2022`an wan dest bi çêkirina peyker kir û got: “Mezinbûna peykerî 370`ê cm e. Dê her dem tiliyên wî di çavên dijminan de bin, ew bi hunera xwe bûn bersivê kiryarê hovane yê dijmin.“

Fermandarê Giştî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî û got: “Apê Yûsif sembola welatparêziyê ye ji bo pêşeroja me ked da, da ku em vê sembolê di nava me de bipêşkeve. Ji ber vê yekê me xwest bi danîna peykerê wî em peykerê welatparêz Yûsif Gulo her dem em di nava xwe de zindî bihêlin.”  

'ÎRO ROJBÛNA WÎ YA DUYEMÎN E'

Piştre birayê Şehîd Yûsif Gulo, Îbrahîm Gulo axivî û got ku îro mîna jidayikbûna duyemîn a Yûsif Gulo ye. Gulo, berxwedana gerîlayan a li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê silav kir û ev tişt anî ziman “Em ji gerîlayên li çiyayên azad re dibêjin hûn rûmet û qehremanên me ne. Banga me ji gelê Kurd re ew e ku bi yek destî êrîşên dagirkeran bişkînin.”

Di dawiya merasîmê de paça spî bi destê malbata Yûsif Gulo û Fermandarê Giştî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd bi slogan û tilîliyên dayikan hat rakirin.

Merasîm bi guhdarkirina dengê şehîd Yûsif Gulo bi dawî bû.