ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirker bombeyan li gundên Şera û Şêrawayê dibarînin
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrîn a dagirkirî dibarîne. -
PYD: Dewleta Tirk dixwaze penaberan li herêmên dagirkirî bi cih bike
PYD: Em bang li gelê Sûriyeyê dikin ku vegerin warên xwe yên resen û neçin li avahiyên mêtîngeriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker yan jî bi sponseriya komeleyên Îxwanî ava bûne, bi cih nebin. -
Li Şehbayê komxebata rizgarkirina Efrînê wê bê lidar xistin
Bi mijara rizgarkirina Efrînê wê 10'ê Gulanê li herêma Şehbayê komxebatek bê lidarxistin. -
Dagirker bombeyan li Şehba û Eyn Îsayê dibarînin -NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li Şehba û Eyn Îsayê dike. -
Aboriya jinê xwe bi rengekî xweser bi rêxistin kir
Jinên ku di dema rejîma Baas de bi temamî li derveyî aboriyê hatibûn hiştin, îro li qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema xwe ya aboriyê bi rengekî xweser bi rêxistin kirin. -
QSD’ê li Reqayê derbeke giran li çeteyan xist!
Yekîneyên Antî Teror ên QSD’ê, li Reqayê serçeteyekî DAIŞ’ê û hevkarên wî girt. -
Şêniyên herêma Firatê ji bo gerîla û Şengalê meşiyan
Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, şêniyên herêmê ji bo şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û berxwedana xelkê Şengalê meşiyan. -
'Bêyî Rêber Apo em jî nînin'
Ramadan Yûsif Omer ragihand ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Sûriyeyê jiyan guherî ye û got, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bi keda gel diyar bibe. Rêber Apo nebe Kurdistan jî nabe. Bêyî Rêber Apo em jî nînin." -
Di nava şer û ambargoyê de şoreşa aborî
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku aboriya xwe li gorî rastiya şer bi rengê ku têra xwe bike bi rêxistin kiriye, li gel şert û mercên neyînî jî bi rengekî serketî bi pêş dikeve. -
Sinn Feinê serketineke dîrokî bi dest xist
Di hilbijartinên parlamenta Îrlanda Bakur de Sinn Feinê ji 90 kursiyan 27 kursî wergirt û bi vî rengî serketineke dîrokî bi dest xist. -
TEV-DEM: Êrişên li ser Şehba, Şengal û Zapê bi hev ve girêdayî ne
Hevserokên TEV-DEM'ê diyar kirin ku êrişên li ser Şehba, Şengal û Zapê bi hev ve girêdayî ne gotin, "Serketina li Zapê wê bibe serketina temamiya Kurdistanê. Lewma divê her kes vê berxwedanê mezin bike." -
Şehîdê HRE’ê Elî Beşîr hate oxirkirin
Şervanê HRE‘ê Elî Beşîr (Fedekar) bi beşdariya bi hezaran kesî ber bi rêwitiya dawî ve hat oxirkirin. -
Dagirker li gundê Semûqa Şealê û Bendava Şehbayê didin - HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Semûq, Şealê û Bendava Şehbayê didin -
HRE’yê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şervanekî xwe yê di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû eşkere kir. -
Dewleta Tirk a dagirker Şehbayê bomberdûman dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Nêrebiyê, Zîwan, Til Cican û Til Medîq ên Şehbayê bomberdûman dike. -
Dewleta Tirk a dagiker Şehba û Şêrawa bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifat a Şehbayê û gundên girêdayî navçeya Şêrawa bombebaran kir. -
Dewleta Tirk a dagiker gundên Şehbayê bombebaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi hev re, gundên Şehbayê bombebaran dikin. -
QSD’ê bîlançoya meha Nîsanê ya êrişên dewleta Tirk eşkere kir
QSD’ê bîlançoya meha Nîsanê ya êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. -
Endamê Komîteya Çerkesan a Minbicê: Dewleta Tirk dixwaze gelan bi hevdu bide şerkirin’
Ji Komîteya Çerkesan a Minbicê Semîr Hebak diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze herêman ji hev qut bike û di navbera gelan de şer derxîne. -
Mîtînga Qamişlo: Emê dagirker û xayinan bin bixînin
Di mîtînga li Qamişloyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk û hevkarên wê hebûna Kurdan kirine armanc û hat gotin; “Emê dagirker û xayînan bin bixînin. Her wiha berxwedana gerîla hat silavkirin û bang li gel hat kirin ku xwedî li vîna xwe derbikeve. -
Ciwanên Êzidî yên Efrînê: Dem dema parastina rûmetê ye
Ciwanên Êzidî yên Efrînê bi daxuyaniyekê li ber êrişên li ser Şengalê rabûn û destnîşan kirin ku ya niha li Şengalê diqewime berxwedana hebûn û tunebûnê ye. Ciwanan ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kirin. -
HRE: Li Şera û Ezazê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li Şera, Bab û Ezazê di encama çalakiyên hêzên wan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyek hatine kuştin. -
Gelê Rojava li qadan e: Gerîla wê serketinê bîne
Gelê Rojavayê Kurdistanê li dijî dagirkerî û xiyanetê dakete qadên Qamişloyê û berxwedana gerîla silav kir. -
Li Qamişloyê 'Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê' destpê kir
Şêniyên Kantonên Hesekê û Qamişloyê bi meşeke girseyî li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rabûn. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn. -
Rêvebera TEV-DEM’ê Hedla Hesen: Berxwedana gelê Şengalê wê bi ser bikeve
Rêvebera TEV-DEM’ê Hedla Hesen diyar kir ew êrişên li ser Şengalê şermezar dikin û got “Berxwedana gelê Şengalê wê van êrişan bişkîne.”