Gerîlayê HPG’ê Hazim Nofel li Til Koçerê hate bîranîn

Ji bo gerîlayê Ereb Hazîm Nofel ê ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê de şehîd bibû, li Til Koçerê merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Li gundê Koz yê navçeya Til Koçer a Kantona Qamişlo ji bo gerîlayê HPG’ê Hazim Nofel’in (Fedaî Kobanê) ê di 18’ê Nîsana 2022’an de li Avaşînê şehîd bû, meresima bîranînê hate lidarxistin. Bi sedan welatî beşdarî meresima bîranînê bûn. Di meresimê wêneyê şehîd hate hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.

Hevseroka Meclîsa Navçeya Til Koçer Newaf Cadan axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagikrer yên bi piştgiriya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezar kir. Cedan anî ziman ku wê bi saya şehîdan û yekitiya gelan bi ser bikevin û bi vîna gerîla em ê dewleta Tirk a dagirker têk bibin.

Piştî axaftina Hazim Nofel, belgeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Hazim Nofel (Fedayî Kobanê) ku ji pêkhateyên Ereb e û di sala 2015’an de tevlî nava refên Hêzên Parastina Gel (HPG) bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) ragihand ku gerîla Hazîm Nofel di 18’ê Nîsana 2022’an de li Herêmên Parastina Medyayê di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Avaşînê de şehîd bûye.