Dayikên Şêxmeqsûdê li ber stranan li ber xwe didin

Dayikên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji 13'ê Adarê û vir ve di bin ambargoyeke giran a rêveberiya Şamê de ne, bi biryardarî li ber xwe didin û dibêjin: "Em serê xwe li ber kesî natewînin."

Hikumeta Şamê di ferzkirina ambargoya giran a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de berdewam e, rê nade kamyonên madeyên xwarinê derbasî her du taxan bin. 

Dayikên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî helwesta xwe li ber vê nîşan dan û gotin "Çi dibe bila bibe, em ê stûyê xwe li hemberî hikûmeta Şamê natewînin."

Ji 13'ê Adarê ve ard jî derbasî taxê nebûye, depoyên ard jî vala bûne. Lê ji ber erzmûna xelkê  Şêxmeqsûd a bi salan di nava şer de, her malekê xwe amade kiriye û li gorî vê amadekariyê jî nanê sêlê çêdikin.

'SERÎ NATEWÎNIN'

Dayika Fatma Mihemed diyar kir ku ger difikirin wê ji ber dorpêçê zarokên xwe birçî bikin û serî li ber wan bitewînin, ew xeyal in û got: "Ji ber ku gelê Şêxmeqsûd li ser berxwedanê mezin bûye û wê hemû dorpêçan bi îradeya xwe bişkînin."

Dayika Zeyneb jî anî ziman ku ew bi ti awayî serê xwe natewînin û got: "Hemû pêwîstiyên xwe bi xwe dikin. Ardê me yên mayîn jî dikin nan. Lê ji ber ku êzing û mazot nîne em li ser bermahiyên qumaşê nanê xwe çêdikin. Ji ber wê em niha li ber stranên Efrînî soz didin em ê berxwedana xwe bilintir bikin."