Li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkirinê

Dewleta Tirk a dagirker gundên Şera yê bi ser Şêrawayê ve bombebaran kirin. Ji 50 zêdetir guleyên obusan li van deran ketin. Ji Hesekê jî dengê teqînê hat.

Dewleta Tirk a dagirker hem êrîşê Hêrêmên Parastina Medyayê hem jî êrîşê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dewleta dagirker, bi çeteyên xwe yên ji DAIŞ û El Nûsrayê berhev kiriye gundên Tinibê, Kiştiarê û Îrşadiyê yên bi ser navçeya Şera ya Efrînê ve bombebaran kir. Ji 20‘î zêdetir guleyên obusan li van gundan ketin.

Artêşa çete ya di heman demê de gundên Soxanekê û Bênê yên Şêrawayê bi obusan bombebaran kir, nêzîkê 30 gule nêzê her du gundan da.

Her wiha dengê teqîneke bi şid ji başûrê Hesekê hat. Hêj sedema teqînê nayê zanîn.