Li dijî dagirkeriyê ciwanên Rojava serferberî îlankirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Cizîrê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê seferberî ragihand û di serî de ciwan bang li her kesî kir ku tevlê seferberiyê bibin.

Bi armanca piştgirîdayîna Hêzên Parastina Gel (HPG) vê sibê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi daxuyaniyekê seferberî ragihand. Daxuyanî li Hesekê bi beşdariya bi dehan endamên tevgerê û endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Herêma Cizîrê hate xwendin.

Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Can Forîn li pêşiya Gerînendeya Avê ya li Çerxerêya Nesir a bajarê Hesekê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên emperyalîst, navneteweyî û dijber komplo û êrişên li dijî gelê Kurdistanê dewam dikin, bi wê re armanc dikin ku gelên Kurdistanê, destkeftiyên wan û tevgrea rizgariya Kurdistanê tune bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker dijminê yekemîn ê tevgera azadiyê ye û armanca wê jî dagirkirina Kurdistanê ye û wiha dewam kir: “Vê yekê jî bi hevkariya PDK’ê û bi taybetî malbata Barzanî dike ku bi awayekî eşkere îxanetê li xwîna şehîdan dike.

Gerîlayên HPG’ê şervanên azadiyê ne û garantiya hebûna gelê Kurdistanê û serkeftina wan in. Parastina Kurdistanê ne tenê erka wan hêzan e, lê belê erka her kesî ye."

Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK’ê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê seferberî ragihand.