Di êrîşa dagirkeriyê ya li ser Girê Spî de kesekê jiyana xwe ji dest da

Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser bejahiya rovajayê Girê Spî de kesek ku bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Di encama bomberana dewleta Tirk a li ser bejahiya rojavayê Girê Spî de welatiyek bi giranî birîndar bû. Welatiyê birîndar yê ji bo dermankirinê rakiribûn nexweşxanê, tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

Bombebarankirina gundên Ehmediyê, Dînak, Erîda, Bîr Ereb, Serzûrî, Huriye, Kopirlîk û Xanê yê Girê Spî ya ji aliyê dagirkeran ve dewam dikin.

Di bombebaranê de welatiyê bi navê Hemûd Elî Osman ê bi giranî birîndar bibû, şehîd bû û welatiyê din ê bi navê Mihemed Eyûb jî birîndar bû.

Bombebaran didome.