Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan

Şêniyên bajarê Kobanê ji bo sê şervanên YPJ'ê yên di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn meşeke girseyî lidarxistin.

Şêniyên Kobanê bi pêşengiya Kongreya Star li Qaeda Jin a Azad li hev civiyan û ber bi Qada Aştiyê ve meşiyan.

Meş li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk pêk hat ku herî dawî 20'ê Nîsanê li Kobanê 3 şervanên YPJ'ê di encama êrişeke bi balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk de şehîd bûn.

Di meşê de pankartên "Bimire Xiyanet", "Em rê nadin dagirkerî û xiyanetê" û "Dem dema azadiya Kurdistanê ye" hatin hildan.

Di çalakiyê de ji Meclîsa Jinê ya PYD'ê Sara Xelîl axivî û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Ji kesên ku li dijî Kurdan komployan dikin re em dibêjin, hûn ê her tim têk biçin."

Sara Xelîl işare bi hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriya dewleta Tirk re kir û got, "PDK'ê careke din nêta xwe eşkere kir. Hevdîtina dawî ya bi rayedarên Tirk re kir her tişt raxist pêş çavan. Ji ber vê yekê em bang li gelê Bakur, Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî vê planê ku li dijî Kurdan e, bisekine."