Dagirker bi dijwarî Şehbayê bombebaran dikin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Madiq, Şêx Îsa, Minix, çiyayê Nayêf û hawîrdora Bendava Şehbayê bi dijwarî bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker û artêşa wê ya ji çeteyan avakirî gundên Til Madiq, Şêx Îsa û Minix ên Şehbayê, çiyayê Nayîf û Bendava Şehbayê bi obusan bomberdûman kirin.

Heta niha zêdetirî 20 topên obusê li van herêman ketine.