Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Macid Ebdullah dema li ser erka xwe bû, şehîd ket.

Navenda Giştî ya Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamê xwe Macid Ebdullah ê li herêma Cizîrê şehîd bû, eşkere kir.

Di daxuyaniyekê de hate gotin: "Şehîd Macid Ebdullah 18'ê Nîsanê dema bi erka xwe ya parastinê radibû, şehîd bû. Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav: Macid Ebdullah
Navê bav: Newaf
Navê dayikê: Seide
Cih û dîroka tevlêbûnê: Çilaxa, 6-5-2020
Cih û dîroka şehadetê: Çilaxa, 18-4-2022

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd re dixwazin. Em teqez dikin ku heta misogerkirina ewlehî û aramiya li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em ê şopdarên rêya şehîdan bin."