Emîne Bekir: Em ê heta azadiya tevahiya Sûriyeyê bênavber têbikoşin

Emîne Bekir li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabû û got, ew ê her tim li ser xeta azadiyê têbikoşin, heta ku ew Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bikin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kiriye. Dewleta Tirk herî dawî navenda bajarê Kobanê bi 7 obusan û tankan bombebaran kir.

Cîgira Komîteya Rêveber a Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê wiha axivî: "Di destpêka sala 2022'an de dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bê mirov ên biçek û bi obusan û tankan zêde kirin. Dewleta Tirk vê carê jî bi balafirên bê mirov ên biçek êrişî sivîlan dike. Beriya sê rojan dewleta Tirk wesayiteke YPJ’ê ya ku ji bo xeta azadiya jinê têdikoşe bombe kir û sê hevalên jin şehîd bûn."

Emîne Bekir diyar kir ku dewletên Rûs û yên Koalîsyona Navneteweyî ku li vir cihê xwe digrin, li hemberî van êrişan bêdeng mane û wiha pê de çû; "Em wek Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, van êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin."

Emîne Bekir ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li sivîlan jî dixe, beriya vê li gundê Qeremox zarokekî 4 salî bi encama êrişa bi obusekê lingê xwe ji dest da.

Emîne Bekir diyar kir ku bajarê Kobanê yê ku hêzeke teror weke DAÎŞ’ê li bin xist û gelê xwe her tim ji bo azadiyê têdikoşe û wiha pê de çû "Weke ku tê zanîn gelê bajarê Kobanê, gelekî her tim ji bo azadiyê têkoşiya û pêşengî kir. Hêzên tarî yên weke DAÎŞ'ê li ser xaka Kobanê têk çû ku li ser tevahî cîhanê bûn metirsiyeke mezin."

Emîne Bekir got armanca dewleta Tirk ew e ku gelê Kurd tune bike, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê vala bike û got, "Divê gelê me bi Rêveberiya xwe ya Xweser were girêdan."

Emîne Bekir bang li tevahiya gelan kir ku bi hişyarî tevbigerin, "Em ji gel dixwazin ku bi hişyarî tevbigerin û her tim di asta xebat û parastina bajarê xwe de erkdar bin. Çi di warê xweparastinê de, çi jî di asta parastinê de divê bi hişyarî tev bigerin. Ji bo parastina xwe ji van êrişên dewleta Tirk a hov divê em axa xwe û tevahî Bakur Rojilatê Sûriyeyê biparêzin."

Emîne Bekir herî dawî got, ew ê her tim li ser xeta azadiyê têbikoşin, heta ku ew Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bikin.