Malbatên Şehîdan ên Kobanê: Rojek bi êş e, lê em serbilind in

Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan bi wesîleya 25’ê Nîsanê Roja Şehîdan, hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û diyarkirin ku Rêveberiya Xweser bi keda şehîdan hat avakirin.

25’ê Nîsana 2017’an Çiyayê Qereçoxê ku biryargeha YPG û YPJ, Navenda Ragihandina YPG, Radyo Dengê Rojava û gelek saziyên leşkêrî lê bûn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di saet 02:00’an de bi 26 balafiran hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 20 şervanên YPG û YPJ’ê şehîd bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî wê bûyerê roja 25’ê Nîsanê wek Roja Şehîdan îlan kir.

Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê têkildarê wate û girîngiya vê rojê û êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê li hemberî di serî de qadên gerîla, Başûrê Kurdistanê û her devera Kurdistanê ji ANF’ê re nêrînên xwe anîn ziman.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Izet Hemo derbarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk axivî û got, "Ev demek e ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirine."

Izet di dewama axaftina xwe de diyar kir ku meha Adarê wek meha qehremaniyê tê zanîn û wiha pê de çû: “Meha Adarê û piştî cejna Newrozê wek hefteya Qehremaniyê tê zanîn. Meha Nîsanê gelek bûyer qewimîne. Yek ji wan, bûyera Qereçoxê ye ku dewleta Tirk a dagirker bi 26 balafiran Çiyayê Qereçoxê bombebaran kir. Di bombebaranê de 20 şervanên YPG û YPJ’ê şehîd bûn. Rêveberiya Xweser jî 25’ê Nîsanê wek Roja Şehîdan ragihand.”

Izet anî ziman ku dema dewlet bi hovîtî êrişê cihekî dike, tê vê wateyê ku li wir asta berxwedanê gelek bilind e û axaftina xwe wiha domand: “Dema ku bi hovîtî êrişê cihekî bike, diyar e ku li wî cihî berxwedaneke pir mezin heye, ji ber wê bi tank, top û balafiran êriş dike.”

Izet bal kişande ser wê yekê ku li çiyayên azad berxwedan heye, li Zap, Avaşîn û Li Qereçoxê jî destan hatin nivîsîn. Ev berxwedana ku diqewime wek berxwedana ku li Qereçoxê, dewleta Tirk li kû derê dibîne ku berxwedan lê çêdibe, bi hemû hêza xwe û bi çekên qedexekirî êrişî wê derê dike.”

Izet di dawiyê de ev roj li hemû malbatên şehîdan û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. 

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê Gêlo Hisên jî di destpêka axaftina xwe de wiha behsa êrişa hewayî ya 25’ê Nîsanê ya dewleta Tirk a dagirker li ser Çiyayê Qereçoxê pêk anî kir, “Ew êrişa ku 25’ê Nîsanê li ser çiyayên Qereçoxê çêbû, bi xwe komployek bû. Ji ber ku dijmin her tim li Kurdan komployan dike, dizane ku ne bi rêya komployan be wê destvala vegere. 25’ê Nîsanê dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êriş birin ser Çiyayê Qereçoxê û di encamê de gelek hevalên me şehîd bûn.” 

Gêlo diyar kir ku yek ji sedemên êrişa dewleta Tirk a bi taybetî li ser Çiyayê Qereçoxê pêkanî, stratejîkbûna wê ye û da zanîn ku piştî wê êrişê sala 2017’an Rêveberiya Xweser ev roj wek Roja Şehîdan ragihand û diyarî Şehîdên Qereçoxê kir.

Gêlo di berdewamê de got ku 25’ê Nîsanê bi taybetî ji bo malbatên şehîdan rojeke bi êş bû û wiha domand: “Em bi şehîdên xwe serbilind in, ji ber ku şehîdên me pêşengên şoreşê ne; em vê rojê li Rêber Apo û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin.”

Gêlo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em soza xwe li hemberî şehîdên xwe dubare dikin û em ê heta ku xeyalên wan pêk bên emê tim xeta şehîdên xwe bişopînin. Em Roja şehîdan li Rêveberiya Xweser pîroz dikin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser bi keda şehîdan hat avakirin.”

Rêveberiya Ciwanên Meclîsa Malbatên Şehîdan Hecî Qolaxasî  jî behsa êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Çiyayê Qereçoxê kir û wek xizmekê şehîdan wiha hestê xwe anî ziman, “Em jî wek malbatên şehîdan vê rojê li hemû malbatên şehîdan pîroz dikin. Rast e, rojeke pir bi êş e, lê roja serbilindiyê ye.”

Hecî di dawiyê de got ku ew vê rojê li malbatên şehîdan, li hemû gelan û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin.