Rêveberiya Xweser hemû şehîdên azadiyê bibîr anî

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 25'ê Nîsanê Cejna Şehîdan peyamek nivîskî weşand. Rêveberiya Xweser hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî got, “Şehîd nirxê manewî û wateyên mezin ên fedekariyê temsîl dike.”

Bi boneya 25’ê Nîsanê Cejna Şehîdan Rêveberiya Xweser peyameke nivîskî da. Di peyamê de wiha hate gotin,

“Şehîd nirxê manewî û wateyên mezin ên fedekariyê temsîl dike. Keç û xortên tevahî pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dirêjahiya temenê tevgera li Sûriyê de ku zêdetirî 10 salan e, berdêlên mezin dan. Van pêkhateyan di oxira pêkanîna ewlehî, îstiqrarê û xurtkirina nirxên azadî, wekhevî demokratîk û avakirina îradeyeke azad a civakê de bi hezaran şehîd dan.

25'ê Nîsanê Cejna Şehîdan e. Ev roj rojeke dîrokî ye û nîşaneyên wê yên kûr di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene.

Bi vê wesîleyê em tevahî lehengên ku di rêya pêkanîna armancên ku me li jor bi bîr xistine de canê xwe dane, bi lehengî û serbilindahî bi bîr tînin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi van fedekariyên mezin ku dane, di deriyên fireh de ketin dîrokî. Bi saya şehîdan serkeftinên dîrokî pêk anîne ku tu kes li cîhanê nikare înkar bike an reş bike. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî rêxistina DAÎŞ a terorîst bi ser ket, planên tundraw, ne tenê li Baku û Rojhilatê Sûriyê, lê li seranserî Sûriyê, herêmê û tevahî cîhanê têk birin.

Di vê roja dîrokî de, em bejna xwe li hemberî tevahî şehîdên azadî û rûmetê ditewînin, şîfa ji hemû birîndaran re dixwazin û kedên wan ên lehengane bi bîr tînin.”