HRE: Li Marê 10 polîsên taybetên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku di 22’ê Nîsanê de wan li bajarokê Marê li dijî wesayîta zirxî ya dewleta Tirk çalakiyek kirine û di vê çalakiyê de 10 polîsên taybet mirine. HRE’yê ragihand li Babê jî çeteyekî artêşa Tirk hatiye kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarên çalakiyên li Marê û Babê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HRE’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li hember heremê bênavber berdewam dike. Di wan êrişan de bi taybetî gelê me dike hedef. Li hember wan êrişên artêşa dagirker, hêzên me li Marê û Babê çalakiyên bi bandor lidarxistin.

Di 22’ê Nîsanê de li bajaroka Marê ji aliyê hêzên me ve çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya cureya Kîrpî bû hedefa hêzên me. Di encama vê çalakiyê de bi giştî 10 polîsên taybet (POH) hatin kuştin, 6 polîs jî hatin birîndar bûn. Her wiha wesayîta zirxî ya Kîrpî jî hat rûxandin.

Li heman rojê, li Babê jî çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî çeteyek girêdayî artêşa Tirk hat kuştin û wesayîta bi cureya jîp hat rûxandin.”