Melkonyan bang li Ermenan kir

Yek ji fermandarê Tabûra Ermenana Nûbar Melkonyan: Êrîşa li Qerebaxê ji bo Kurdan çawa xetere be, îro êrişa li Zapê jî ji bo dîasporaya Ermenan xetere ye. Ji ber vê divê em pişta gerîlayan bigirin.

Fermandarê Ermen Nûbar Melkonyan diyar kir ku li hemberî êrişa li ser Zapê berxwedan peywira hemû gelên Rojhilata Navîn e û got “Îro ji her demê zêdetir û ji hemû kesan zêdetir divê em bibin Kurd. Bêyî sedem û hincet divê em li hemberî dagirkerî û qirkirinê rabin.”

Fermandarê Tabûra Ermenan a Nûbar Ozanyan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Nûbar Melkonyandiyar kir ku gelê Kurd yek ji gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê gelê Kurd e û got “Ji sedsala 16’an û vir ve li ser gelê Kurd êrişên Osmaniyan û herî dawîn jî êrişên TC’yê hene. Armanca van êrişan ev e ku herêm û welat bikin Tirk û îradeya Kurdên azad tune bikin.

Ne tesaduf e ku di meha Nîsanê de dest bi êrişê kirin. Talat ê ku Qirkirina Ermenan plan kiribû beriya qirkirinê gotibû ‘Meseleya Ermenan çareser bûye’ Erdogan ê ku li ser xeta Erdogan dimeşe jî dixwaze doza Kurdan bi qirkirinê çareser bike.

Dîrok û rojên berxwedan û têkoşînê ji bo bindestan hebe ji bo zalim û qirkeran jî heye. Di meha Nîsanê de êrişî Kurdistanê dikin û qirkirinê tînin bîra Kurdan. Êrişa dewleta Tirk a li ser Zapê wê bi tenê li Zapê nemîne. Ev êriş li ser gelê Ermen jî gefeke mezin e. Êrîşa li Qerebaxê ji bo Kurdan çawa xetere be, îro êrişa li Zapê jî ji bo dîasporaya Ermenan xetere ye. Divê gelê Ermen ê ku êşên mezin kişandine, li her derê dakevin qadan û bibêjin ‘Em ê destûrê nedin kesên ku duh em qetil kirin û îro jî dixwaze gelê Kurd qir bike’. Divê hemû hêzên welatparêz, demokrat û şoreşger ên gelên Rojhilata Navîn rabin ser pêyan û li hemberî êrişa dagirker a artêşa Tirk bin. Ez wekî şoreşgerekî Ermen ê ku qirkirin hatiye serê wan û her cure zilm li wan hatiye kirin dibêjim, kesên hewl didin fikra azadiyê tune bikin wê berê kesên li azadiyê difikirin tune bikin lê fikra azadiyê belav dibe. Divê em îro ji hemû kesan zêdetir bibin Kurd! Îro ev dem e ku em bêtir bibin gerîla. Divê bêyî sedem û hincetan nîşan bide, em li hemberî êriş û dagirkeriyê peywir û berpirsyariya xwe zanibin.”