‘Bi helwesta xwe ya berxwedêr em ê dagirkeran bidin sekinandin’

Mihemed Elî yê ku ji salên 1980’î ve bi Tevgera Azadiyê ye got “Bi helwesta gelê berxwedêr em ê PDK û dewleta Tirk bidin sekinandin.”

Mihemed Elî di salên 1981-1982'an PKK’ê nas dike, hêdî hêdî dikeve nav kar û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav gel de belav dike. Ew dibîne ku PKK ji bo doza Kurd û Kurdistan berdêlên mezin dide û diyar dike divê ew jî xwedî li PKK’ê derkeve.

Elî diyar dike ku berxwedana zindanên Amedê di nav wan de moralekî mezin çêdike û fêm dike ku ji bo ew azadiyê bi dest bixînin divê berdêlên mezin bide. Ji ber wê jî di nav Helebê de asta karê xwe bilindtir kir.

Mihemed Elî di berdewamiya axaftina xwe de got “Dema mirov dîroka Kurd û Kurdistanê bixwîne, wê bibîne  ku malbata Barzanî çi xiyanetî li hemberî gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê kiriye. Ji ber wê dema me agahiyên ku di derbarê hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re bihîst ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke mezin dest pê kirine, banga me  ji gelê me yên welatparêz re heye ku em bi yekdestî şerê ku li hemberî PKK'ê tê kirin rawestînin. Hemû  dewlet dizanin ku PKK'ê ji bo doza Kurd û Kurdistan têkoşîn û kar dike. Lê belê  tu dewlet naxwaze Kurd bibin xwedî statu di cîhanê de ji ber wê şerekî bêhempa li dijî PKK'ê dikin. Ji ber wê em gelê Kurd, em bi rih û can bi partî û gerîlayên xwe re ne û çi ji me were xwestin jî em ê bikin.”