Li Minbic û Qamişloyê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Minbic û Qamişloyê bi çalakiyan hatin protestokirin.

Bi bangewaziya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajar û gundên bi sedan şêniyên bajarê Minbicê derketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, protesto kirin.      

Meş li ber çerxerêya Mîzan a li navenda bajêr destpê kir û ber bi çerxerêya El- Masab ve dewam kir. Di meşê de pankartên “Bi rihê berxwedana gelên azad em ê dagirkerî û xayînan têk bibin” û “Bi rihê gerîla em ê faşîzma Tirk têk bibin” nivîsandî, hatin vekirin.              

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo  got: “Di van rojan de dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, şêniyên Minbicê bi hemû pêkhate û rêveberiyên xwe nerazîbûna xwe li hemberî van binpêkirinan nîşan dan.”         

Mihemed Xêr Şêxo wiha li axaftina dewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî ya Minbicê û bi armanca şikandina îradeya gelê Minbicê, gundên bakurê bajarê Minbicê topbaran dike. Pirs ev e: Gelo wê bi kirina armanc ji xwe re ya sivîlan ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze?

Şêxo bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk îdia dike ku dewleteke îslamî ye û di meha Remezanê de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran dike û wiha got: “ Gelo pîroziya meha Remezanê li kû ye? Roja Îniyê jî bi roketan bajarê Kobanê kir hedef, lê em wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta me diyar e, em ê bi yekitiya xwe li ber xwe bidin.”

Çalakî bi bi diruşmên silavkirina berxwedana gel û şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk qediya.

QAMIŞLO

Îro bi hezaran şêniyên navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo bi armanca piştgiriya gerîla û şermezarkirina xiyaneta PDK’ê daketin qadan.

Xwepêşandêran ji qada geracê ya navnerasta navçeyê dest bi xwepêşandanê kirin û ber bi bazara navendî ve çûn. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û alên PKK’ê rakirin. Her wiha dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Na ji xiyaneta PDK’ê re” berz kirin.

Li Çerxerêya Şehîd Masûm a li Çilaxa hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê silav kir.

Kenan Berekat diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker helwesta navneteweyî bi kar tîne û dixwaze serdema Osmaniyan vejîne û wiha pê de çû: “Lewma doza Kurdî û projeya demokratîk derb dike. Lê ev hewldan bi saya têkoşîn û berxwedana gelan wê têk biçin.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hindirîn Sîno jî îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê kir û got: “Ev êriş bi armanca bidawîkirina doza Kurdî û dagirkirina herêmên din tên kirin. Divê em li dijî siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û şirîkên wê hevgirtina xwe xurt bikin.”

Hindirîn Sîno di dawiyê de beşdariya PDK’ê di êrişên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kir û ew bi xiyaneta mezin a gelê Kurd û doza Kurdî bi nav kir.