Balafira bêmirov a bi çek li Eyn Îsayê li wesayitekê xist

Dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov a biçêk li rojhilatê Eyn Îsayê li ser rêya gundê Ûm EL Beramîlê li wesayitekê xist.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek li ser rêya gundê Ûm El Beramîl ê li rojhilatê Eyn Îsayê li wesayitekê xist. Di bûyerê de tiştek bi kesî nehat, lê xisar li wesayitê bû.

Êriş êvara 22'ê Nîsanê saet di 22:00 de pêk hat.