ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD'ê 4 sîxurên berpirsê şehadetan girt
QSD'ê tora sîxurtiyê ya berpirsê şehîdbûna endama fermandariya Meclisa Leşkerî ya YPJ′ê Şervîn Serdar û hevrêyên wê girt. -
Kongra Star şehîdên Parîsê bi bîr anî
Kongra Star şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê bi bîr anî û got, "Êrîş û komkujî ji aliyetê dewleta Tirk ve bi piştgiriya NATO'yê hate kirin." -
Li ser rêya Hesekê êrîş li wesayitekê hate kirin
Li ser rêya Hesekê-Til Temirê êrîş li ser wesayitekê hate kirin. -
'Li hemberî ambargoyê êdî bêdeng nemînin, serî hildin'
Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya Kobanê Eledîn Kino Eto bal kişand ser rewşa xetere ya ji ber ambargoya li ser Şehbayê û bang li saziyên mafên mirovan kir ku li dijî vê ambargoyê êdî serî hildin. -
Li Hesekê û Qamişloyê 22 bazirganên tiryakê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Hesekê û Qamişloyê mîqdareke mezin madeyên tiryakê û 22 bazirganên tiryakê hatine girtin. -
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Tebqa û Hesekê bi dawî bûn
Çalakiyên li Tebqa û Hesekê ya ji bo piştgiriya berxwedana zindanan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi dawî bûn. -
173 malbatên Iraqî ji Kampa Holê derketin
173 malbatên Iraqî di encama hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Iraqê de ji Kampa Holê derketin. -
Li Şehbayê çalakiya greva birçîbûnê destpê kir
Li Şehbayê ji bo piştgiriya bi girtiyên ku li girtîgehên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê kirine, çalakiya greva birçîbûnê destpê kir. -
‘Divê her kes xwedî li berxwedana gerîla derbikeve’
Endamên Meclîsa Malbatên şehîdan a Herêma Firatê diyar kirin ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk çûye û gotin ku divê her kes xwedî li berxwedana gerîla derbikeve. -
Di teqîna mayînê de 7 leşkerên Şamê mirin
Hat ragihandin ku li çola Badîa ya Sûriyeyê di dema derbasbûna otobuseke ayîdê hêzên Şamê de, mayînek teqiya û 7 leşkerên Şamê mirin. -
Piştî 30 salan bi xwendina Kurdî şa bû
Eyşe Sadûn: Min dixwest di vî temenî de jî bibim mamosteya Kurdî. Ji Kurdî gelekî hez dikim. Ji min çû, lê zarok û neviyên me yên bi şoreşê mezin bûne bi hêsanî hînî zimanê xwe dibin; bi Kurdî dixwînin, dinivîsînin û diaxivin. Me ev roj jî dît. -
Li Şehbayê zor û zehmetiya li kampan zêde bûye
Li herêma Şehbayê ku zivistan gelekî zehmet e, ji ber dorpêça rejîma Baasê, nebûna sostemenî û xizmetên tendurstiyê zor û zehmetiya li kampan zêde bûye. -
Kongreya 4'emîn a MSD'ê bi dawî bû
Kongreya 4'emîn a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi encamnameyê bi dawî bû. -
Hevserokên nû yên MSD'ê hatin hilbijartin
MSD’ê di kongreya xwe ya 4’emîn de hevserokên xwe yên nû hilbijart. Leyla Qereh Man û Mehmûd Deham Ebdulezîz bûn hevserokên nû yên MSD`ê. -
Cenazeyê şehîd Rehmewî hat veşartin, gerîlayê HPG’ê Mezlûm hat bibîranîn
Bi sedan şêniyên Kantona Firatê beşdarî merasîma şehîd Mihemed Emîn Rehmewî bûn û gerîlayê HPG’ê Baran Mezlûm bi bîr anîn. -
Cenazeyê Mehmûd Ebdullah Hisên li Dêrikê hat veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Ebdullah Hisên bi merasîmekê li Dêrikê hat veşartin. -
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê greva birçîbûnê destpê kir
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd, dest bi greva birçîbûnê kirin. Bi armanca piştevaniyê li Hesekê jî greva birçîbûnê hate destpêkirin. -
Cenazeyê Şehîd Fayîz Ednan El Matar li Til Hemîsê hate veşartin
Xelkê navçeya Til Hemîsê ku li Kantona Cizîrê ye, cenazeyê endamêw Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fayîz Ednan El Matar spart axê. -
Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê: Ji bo çareseriyê em banga yekîtiyê dikin
Endama Rêveberiya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Suhêl Senûh ji bo çareseriya siyasî banga yekîtî û têkoşîneke çalak kir. -
Li kantona Cizîrê li dijî tecrîdê meş
Bi sedan şêniyên kantona Cizîrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk destpê kir
Kongreya 4'emîn a MSD'ê li Reqayê bi beşdariya 400 delegeyî destpê kir. Emîne Omer li kongreyê axivî û destnîşan kir ku bêyî tevlîkirina gelê Sûriyeyê çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê pêk nayê. -
Peymana Civakî ji bo Sûriyeyê çareserî ye
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebîr Hessaf diyar kir ku Peymana Civakî ji krîza heyî ya li Sûriyeyê re çareseriyê pêşkêş dike. -
'Azadiya Rêbertî daxwaza hêvî û azadiya gel e'
Parêzer Omer Barkal anî ziman ku hemû gelan hêz û vîna xwe ji fikir û felsefeya Ocalan girtine, lewma divê li hemberî tecrîda li ser Ocalan helwesteke xurt bê nîşandan. -
Şêxên eşîran: Projeya neteweya demokratîk sîwanek ji bo hemû gelên Sûriyeyê ye
Şêxên eşîrên herêmê destnîşan kirin ku ew bi QSD’ê re ne û bang li hemû eşîran kirin ku di bin sîwana neteweya demokratîk de bibin yek. -
Cenazeyê şehîd Karker Efrîn li Şehbayê hat veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê şehîd Karker Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê hat veşartin.