Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di sala 2024’an de li seranserî cîhanê li qadên şer tundiya li dijî zarokan derketiye asta herî jor. Li gorî rapora salan e ya Konseya Ewlehiyê ya NY’ê hejmara îxlala zarokan derketiye 41 hezar û 370’an.
Di raporê de hin daneyên ku derdikevin pêş wiha ne:
* 22 hezar û 495 zarok bûn mexdûrê şer.
* Êrîşên li ser dibistanan ji sedî 44 zêde bûn.
* Tundiya zeyendî ya li dijî zarokan ji sedî 35 zêde bû.
* 3 hezar û 137 zarok yekser rastî îxlalên giran hatin.
Nûnera Taybet a NY’ê ya ji bo Zarok û Aloziyên Çekdarî Virginia Gamba diyar kir ku ev hişiyariyeke û got: “Em di xaleke bêveger de ne.” Virginia Gamba anî ziman ku zarok bi taybet ji aliyêkomên çekdar ve bi awayek sîstematîk tên armanckirin û hiqûqa navneteweyî tên paşguhkirin.
Li Xezeyê tenê di sala 2024’an de 4 hezar û 856 binpêkirin hatin pişterastkirin, her wiha 22 zarokên Filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve wekî mertalên mirovî hatin bikaranîn. Li Rojavayê Şerîa ya dagirkirî jî 5 bûyerên bi heman rengî hatin qeydkirin.
Bi taybet li welatên wekî Komara Demokratîk a Kongo, Somalî, Nîjerya û Haîtiyê jî zarok bûn qurbaniyên şer. Tenê di sala 2024’an de 406 bûyerên destdirêjiyê hatin qeydkirin û ji van jî 160 weke destdirêjiya çeteyan hatin qeydkirin.
Rêvebera Giştî ya War Child UK Helen Pattinson, ev wekî “hilweşîna mirovahiyê ya kolektîf” bi nav kir û got, divê hikûmet demildest tevdîran bigre.
Rêvebera Save the Children International Inger Ashing jî diyar kir ku di şer û pevçûnan de tundiya zayendî ya li dijî zarokan veguheriye taktîka şer û got: “Sûcên wiha wekî çek û bombeyan bandorên cidî bi xwe re tîne.”