Eyşe Sadûn anî ziman ku ew gelekî ji Kurdî hez dike, tevî ku 67 salî ye hesreta wê neqediya ye û got, "Min dixwest di vî temenî de jî bibim mamosteya Kurdî. Ji Kurdî gelekî hez dikim. Ji min çû, lê zarok û neviyên me yên bi şoreşê mezin bûne bi hêsanî hînî zimanê xwe dibin; bi Kurdî dixwînin, dinivîsînin û diaxivin. Me ev roj jî dît. Tişta ku bi hesreta wê bûm, neviyên min êdî bi hêsanî dikarin bibin xwedî."
Eyşe Sadûn sala 1954'an li gundê Kuldîmanê yê Dêrikê ji dayik bû. Li gundê Kuldîmanê ku karê çandinî û sewalkariyê lê tê kirin, ji çinîna pincaran heta bi çêrandina heywanan di nava xwezayê de mezin bû. Heta nîvê şevê jî bêrawestan dixebitî. Hîn dema 10 salî bû ji aliyekî ve karê destan dikir, li aliyê din jî li ber çirayê hînî zimanê xwe yê dayikê Kurdî bû. Ji ber mejiyê yek zimanî yê rejîma wê demê, bi dizî hînî Kurdî bû. Piştî ku zewicî li astengiya zayendîperestiya civakî aliqî.
Tayê kincên kevin bi kar anî û dest bi çêkirina çente, şal, gore, cuzdan û karên din ên destan kir. Dayika Eyşe got, "Berhemên xwe yên destan didim her kesên pêwîstiya xwe pê heye. Cîranên min pê kêfxweş dibin, ez jî bi kêfxweşiya wan şa dibim." Dayika Eyşe sembolên dîroka Kurdan hîn di zarokatiyê de dineqişand.
DI SALÊN 1960'Î DE HÎNÎ KURDÎ BÛ
Dayika Eyşe anî ziman ku Kurdî zimanekî dewlemend e û diyar kir ku tevî karê giran ê li gund jî ew hînî Kurdî bû. Dayika Aşye ragihand ku Cigerxwîn gund bi gund digeriya, qala girîngiya Kurdî dikir û got, Cigerxwîn Kurdî hînî bavê wê kir, bavê wê jî hînî wê kir. Dayika Eyşe got, "Bavê min destpêkê alfabe nîşan da. Mîna lîstikekê min gotin li hev dianî. Mîna niha pirtûk tune bû. Pênûsek û lênûseke me ya biçûk hebû. Ew jî bi zor û zehmetî hatibû peydakirin. Eger rejîmê zanîbûya ez hînî Kurdî dibim wê zextên xwe zêde bikira. Ji ber vê jî bavê min bi rengekî veşartî perwerdeya Kurdî dida."
PIŞTÎ BI 30 SALAN PIRTÛKAN DIXWÎNE
Dayika Eyşe anî ziman ku di 22 saliya xwe de zewicî, jê û pê ve nema karîbû bixwîne û binivîsîne û got, "Hevserê min qebûl nedikir ku nivîsê binivîsînim. Wê demê pirtûka Hemîdê Hecî Derwêş gihîşt ber destê min. Min dixwest pirtûkê bixwînim, lê hevserê min destûr neda. Carekê ji min re got, ez vê pirtûkê li ber destê te nebînim, xwendin ji ku derket, di nava civakê de xwendina jinekê weke şermekê tê dîtin. Piştî wê nîqaşê, heta ku wefat kir min nekarî pirtûkekê bixwînim. Di sala 2003'an de wefat kir û piştî 30 salan min dest bi xwendina Cigerxwîn û Hemîdê Hecî Derwêş kir."
NEVIYÊN MIN BI REHETÎ DIJÎN
Dayika Eyşe anî ziman ku xwendin û nivîsandina bi Kurdî ji bo wê cihê kêfxweşiyê ye û got, "Xwendina bi Kurdî gelekî xweş e. Xwezî karîbûma li dema zarokatiya xwe vegeriyam û şert û mercên niha di salên min ên zarokatiyê de hebûna. Perwerdeya zarokên me, neviyên me bi Kurdî ye. Bi saya şoreşê êdî dibistanên me yên bi perwerdeya Kurdî hene. Di vî temenî de min dixwest bibim mamosteyeke Kurdî. Gelekî hez ji Kurdî dikim. Ji min çû, lê zarok û neviyên me yên bi şoreşê mezin bûne bi hêsanî hînî zimanê xwe dibin; bi Kurdî dixwînin, dinivîsînin û diaxivin. Me ev roj jî dît. Tişta ku bi hesreta wê bûm, neviyên min êdî bi hêsanî dikarin bibin xwedî."