Kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk destpê kir

Kongreya 4'emîn a MSD'ê li Reqayê bi beşdariya 400 delegeyî destpê kir. Emîne Omer li kongreyê axivî û destnîşan kir ku bêyî tevlîkirina gelê Sûriyeyê çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê pêk nayê.

Bi dirûşma “Yekitiya Sûriyeyiyan bingeha çareseriya siyasî û misogeriya Sûriyeyeke demokratîk a pirreng a nenavendî ye”, Kongreya 4′emîn a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê li Reqayê destpê kir.

Ji nûnerên MSD′ê yên li Sûriyeyê û derveyî welat 400 delege tevlî kongreyê bûne. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê , kesayetên serbixwe, nûnerên rêxistinên jin, ciwan, nûnerên pêkhateyên Êzidî, Suryan, Ermen û gelek şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûne.

Di kongreyê de hevseroka MSD′ê Emîne Omer axivî û got: “Kongre li gel mercên pir zehmet ên li ser asta cîhanî, navneteweyî û xwecih tê lidarxistin. Ji ber serhişkî û despotiya rejîmê rêyên çareseriyê xitimîne. Her wiha ji ber beşdarnebûna hêzên siyasî yên aktîf ên ku Sûriyeyê ber bi çareseriyê ve bidin, dîsa jî ji ber bandorên aloziya pergala cîhanî yên li ser aloziya Sûriyeyê, tu rêyên siyasî yên çareseriyê ne xuya ne.”

Emîne Omer diyar kir ku wekî gelê Sûriyeyê agirbestê, aştî û ewlehiyê li welat hêvî dikin û wiha domand: “Em di wê qenaetê de ne ku bêyî îradeya Sûriyeyê û bêyî biryara sûriyeyî ya serbixwe ya dûrî ajandeyên derve dê tu çareserî pêk neyên.”

Hevseroka MSD′ê bal kişand ser destwerdana hêzên herêmê jî û got: “Aliyên destwerdêr herêmî hewl didin dagirkerî û guhertina demografî li ser xaka Sûriyeyê ferz bikin, her wiha hewl didin hebûna xwe li Sûriyeyê mayînde bike û aloziyê li gorî armanc û berjewendiyên xwe bi kar bîne."

Emîne Omer her wiha got: “Em di wê baweriyê de ne bêyî gelê Sûriyeyê û hêza wê ya zindî, her wiha bêyî pêkanîna biryarên navneteweyî bi şêwazekê ku demokrasî û ewlehiyê li Sûriyeyê mîsoger dikin û di çareserkirina gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bibin alîkar, hingî çareseriya siyasî ne pêkan e.”

Emîne Omer wiha domand: “Em dibînin ku lihevkirina sûriyeyiyan li ser projeyeke nîştimanî ya sûriyeyî ji bo çareseriya li Sûriyeyê, wê bibe hêviyek. Ji ber wê, me projeya Sûriyeya nenavndî û demokratîk li ser bingeha nasnameya nîştimanî û parastina pêkhateyên Sûriyeyê ji xwe re kir bingeh.”

Emîne bal kişand ser dema di navbera kongreya MSD`yê ya sala 2018`an û kongreya îro de û got: “Di wê demê de gelek  geşedan li Sûriyeyê çêbûn ku dehf da me em avakirinê dewam bikin piştî ku li hember DAIŞ`ê serkeftin bi dest xist û Rêveberiya Xweser hat avakirin. Em dibînin ku divê guhertin di sazûmaniya MSD`ê de çêbin ji bo ku veguhere giyanekî siyasî ku alternatîfeke nîştimanî ya demokratîk a Sûriyeyê ya giştî li ser bingeha ku doza nîştimanî, stratejîk e ava dike. Ji bo ku di dawiyê de dozên civakî yên girêk û dozên mafên pêkhateyan çareser bike.

Emîne wiha domand: “Ev vebijêrka stratejîk, li gorî şert û mercên heyî yên navneteweyî û herêmî ku herêm tê re derbas dibin, şert û mercên şer, çareseriyeke ilmanî ya demokratîk û pergaleke siyasî ya nenavendî ye.”

Emîne Omer di dewama axaftina xwe de got: "Em dikarin avakirina dewleteke nîştimanî ya li gorî destûrekî mîsoger bikin ku her kesî li ser wê li hev kiribe. Divê ev destûr yekaliya dewletê li hember pêkhateyên etnîkî û olî mîsoger bike û her kes tê de wekî hev bin. Divê em nirxên civaka xwe li ber çavan bigirin. Yanî lêveger (merciyet) nasnameya sûriyeyî ya pirrengî ye, divê çareserî di navbera sûriyeyan de be an bi aliyên fermî re be an jî bi rêya lihevkirina di navbera sûriyeyan de be ku bi rêya kongreyheke nîştimanî ya giştî be.”

Hevserokê MSD′ê Riyad Derar bi rêya ′Zoomê′ ji paytexta Awisturya Viyanayê ji kongrê re axivî û got: “Serbilind im ku çend salan di hevserokatiya MSD′ê de xebitîn. MSD′ê ji destpêka avabûna xwe ve xwedî ezmûn û gelek nexşeyên siyasyî ye.”

Derar da zanîn ku di salên aloziyê de wan xeteke din hilbijartin da ku armancên xwe pêk bînin. Her wiha banga hevgirtin û tevkariyê li gelê Sûriyeyê kir û got: “Da ku beşdarbûna wan çalak be ku karibe di ezûma siyasî ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bibe destek.”

Kongre bi sînevîzyoneke li ser xebatên MSD′ê dewam dike, piştre dê bi navê QSD′ê fermandarê giştî yê QSD′ê Mezlûm Ebdî bi rêya Zoomê beşdar bibe.