Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Tebqa û Hesekê bi dawî bûn

Çalakiyên li Tebqa û Hesekê ya ji bo piştgiriya berxwedana zindanan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi dawî bûn.

Çalakiya greva birçîbûnê ku Înisiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê, Dayikên Aştiyê û xelkê Tebqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan duh li Goristana Şehîdan a Tebqayê lidarxistibûn, bi dawî bû.

Di roja duyemîn a çalakiyê de bi dehan xelkê Tebqayê, nivîsgeh û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, rûspî, şêxên eşîran û meclisên sivîl berê xwe da konê çalakiyê.

Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî hate pêşandan. Piştre çalakî bi encamnameyekê bi dawî bû. Encamname ji aliyê endama Înisiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Riyad El Walî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşakirin ku berxwedana bi hezaran girtiyên ku di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de raber dikin û derbasî roja xwe ya 24′an berxwedaneke bêhempa ye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastî û cewhera gelan derket holê û îro ew gel li dijî faşîsta Tirk hevgirtî ne.

HESEKÊ

Xelkê Hesekê bang li tevahî gelan kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi rêya rêxisitnkirina çalakî û pêngavan têkoşînê bilind bikin.

Di çalakiya roja duyemîn de bi sedan xelk, endamên saziyên sivîl û leşkerî, TEV-DEM′ê, endamên saziyên sivîl ên li navçeyên başûr û bakur ên bajêr beşdar bûn.

Çalakî bi daxuyaniyekê ji aliyê hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEM′ê Ferhan Dawûd ve bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji dema komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye û heta roja îro ve dewleta Tirk a dagirker tevahî rêbazên hovane li dijî rêberê mirovahiyê û tevahî gelên xwe dispêrin felsefeya azadiyê pêk tîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qedexeya hevdîtina wî bi parêzer û malbatê re li cem gelên li 4 parçeyên Kurdistanê metirsiyan çêdike û hat destnîşankirin ku di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî de têkoşîn bi rêya çalakî û pêngavan bê bilindkirin.