Cenazeyê Rehan Bayik hate veşartin
Cenazeyê dayika Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik ku di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.
Cenazeyê dayika Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik ku di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.
Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê û Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik (94) di 19’ê Hezîranê de li Nexweşxaneya Zanîngeha Xarpêtê jiyana xwe ji dest da.
Nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî cenazeyê Rehan Bayik ji Morga Nexweşxaneya Zanîngeha Xarpêtê anîn Mizgefta Navendî ya Xarpêtê. Piştî nimêja cenazeyê, cenaze anîn gundê Aşagi Çakmakê yê navçeya Kebanê.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, wekîlên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Saliha Aydenîz û Serhat Eren, Meclisa Jinan a DBP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên DEM Partiyê yên Xarpêt, Çewlig û Dêrsimê, hevşaredarên DEM Partiyî û gelek kes tevlî merasîma veşartina cenazeyê bûn. Reyhan Bayik, li goristana gund bi merasîmekê hate veşartin.
Girseya tevlî merasîma veşartinê bû, piştre jî derbasî Mizgefta Veysel Karanî ya li Taxa Zanîngehê bû û sersaxî ji malbatê xwest.