Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan hate kirin
Ji bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê hate dayîn.
Ji bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê hate dayîn.
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.
Xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.
Birayê Ergîn Atabey Erol Atabet, xwişka Zekî Bayhan Şukran Bayhan, birayê Mahmut Yamalak Selahattîn Yamalak jî ku ev demeke li Îmraliyê tên ragirtin, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.