Di teqîna mayînê de 7 leşkerên Şamê mirin

Hat ragihandin ku li çola Badîa ya Sûriyeyê di dema derbasbûna otobuseke ayîdê hêzên Şamê de, mayînek teqiya û 7 leşkerên Şamê mirin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li nêzî kasabaya Palmîra ya li çola Badîayê di dema derbasbûna otobuseke ayîdê artêşa Sûriyeyê de teqîneke çêbûye. Çola Baîda ji navenda Hûmsê heta sînorê rojhilat ê Iraqê dirêj dibe.

Hat diyarkirin mayîna ku bûyî sedema teqînê, ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye bicihkirin.

SOHR wiha got: “Ji hêzên rejîmê 7 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.”

DAÎŞ’ê di demên dawî de li Badîayê êrîşên xwe yên li ser Sûriyeyê zêde kiriye.

8’ê Mijdarê DAÎŞ’ê li vê çolê gelek êrîş pêk anîn û di van êrîşan de ji hêzên alîgirên rejîmê herî kêm 34 kes mirin.