Çeteyan li Efrînê xwepêşandêran revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hejmareke ciwanên ku li dijî wan xwepêşandan li dar xistibûn, revandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hejmareke ciwanên ku li dijî wan xwepêşandan li dar xistibûn, revandin.
Li Efrînê hejmareke ciwanan îro li dijî sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û qetilkirina zarokê bi navê Mistefa Şêxo, xwepêşandaneke li dar xist.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, xwepêşandanê ji Çerxerêya Newroz a bajarê Efrînê dest pê kir. Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan gule li xwepêşandêran barandin û hejmareke ciwan revandin û birin cihekî nediyar.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh (19 Hezîranê) li gundê Hec Hisno yê bajarê Cindirêsê zarokê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo dema ku tabloyên enerjiya tavê diparastin, qetil kiribû. Li hemberî vî sûcê bertek derketin.