Peymana Civakî ji bo Sûriyeyê çareserî ye

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebîr Hessaf diyar kir ku Peymana Civakî ji krîza heyî ya li Sûriyeyê re çareseriyê pêşkêş dike.

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebîr Hessaf diyar kir ku di Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de nûneriya her cure ol, mezheb, ziman, çand û baweriyê tê kirin û got: “Li Rojhilata Navîn cara yekem gel derbarê jiyaneke hevpar li hev dikin. Cara yekem e ku navê Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Turkmen, Ermenî, Çerkes, Çeçen; Misilman, Xristiyan û Êzidî di Peymaneke Civakî de derbas dibe, gelan dixe bin ewlehiyê.”

Ji bo ku rewşa herî dawî ya Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Meclîsa Giştî, nûnerên Meclîsa Jiyanê ya Rêveberiya Xweser û Meclîsên Sivîl ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ve bên erêkirin, 12’ê Mijdarê pêşkêşî Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser hate kirin. Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser Civîna Asayî ya 91’emîn lidar xist û di civînê de Peymana Civakî erê kir. Alîkara Hevserokatiya Meclîsa Giştî Fatme Xelîl, Hevserokê Meclîsa Giştî Ferîd Etê û Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Gabrîêl Şamûn bi sê zimanan daxuyanî dan û ragihandin ku Peymana Civakî ketiye meriyetê. Peymana Civakî ji 4 sernavên sereke yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û 134 madeyan pêk tê. Di Peymana Civakî de di prensîb û hêmanan de ti guhertin çênebû, lê sîstemeke nû hate pêşbînîkirin ku ji komunê heta meclîsê, ji ekonomiyê heta maliyeyê, ji tenduristiyê heta perwerdeyê ji bo pêdiviyên herêmê bibe bersiv. Navê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê weke ‘Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê’ hate guhertin. Rêveberiya Xweser wê ji 7 kantonan pêk were; Kantonên Cizîrê, Firat, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Minbic û Efrîn-Şehbayê. Di çêkera hiyerarşîk a Komîteya Şaredariyan de hin guhertin hatin kirin. Navê komîteyê jî weke yekîtiya Şaredariyên Civakan û Şaredariyan hate guhertin. Navê Meclîsa Giştî weke Meclîsa Gelan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate guhertin. Girêdayî Meclîsa Gelan, ‘Saziya Çavdêriyê’ hate avakirin. Li gorî peymanê wê ‘Ofîsa Budce û Sencandinê’ û ‘Dadgeha Parastina Peymana Civakî’ were avakirin. Meclîsa Jinan di nava madeyên bingehîn ên Peymanê de cih digire û temînata qanûnî pêk hat. Alîkarê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîêl Şamûl 15’ê Mijdarê daxuyanî da û got ku Komîseriya Hilbijartina Bilind hate avakirin û wê li tevahiya 7 kantonan ji bo hilbijartinê xebat bên meşandin. Şamûn got, “Em ê ji vir û şûn de dest bi avakirina komîteyan bikin. Evane hemû jî wê di bin çavdêriya Meclîsa Gel a Demokratîk de bên kirin.”

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ebîr Hessaf ku hem di komîteyên teng û hem jî komîteyên fireh ên Peymana Civakî de cih digire, têkildarî pêvajo û girîngiya Peyma Civakî bersiva pirsên ANF’ê da.

Nîqaşên li ser Peymana Civakî çawa destpê kirin?

Peymaneke Civakî sala 2014’an hate kirin ku tenê Efrîn, Cizîr û Kobanê digirt nav xwe. Yanî em dikarin bêjin ku peyamaneke ku qadên hatine azadkirin digire nav xwe û piranî Kurd lê ne, lê neteweyên din jî digire nava xwe. Dema ku sala 2017’an sîstema Konfederalîzma Demokratîk kete meriyetê, pêvajoya hilbijartinê ya ku her du qonaxên wê temam bûn, pêk hat. Lê ji ber dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, qonaxa sêyemîn a hilbijartinê pêk nehat. Bi vî rengî bi xebata rêxistinkirina sîstema ku di nîviyê de mayî, li herêmê sîstemeke dualî hate avakirin. Bi vî rengî hem sîstema Rêveberiya Xweser dixebitî, hem jî bi wê re sîstema meclîsê di meriyetê de ma. Bi taybetî li qadên ku hatine rizgarkirin (Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbic) herêm hîn zêdetir fireh bû. Li qadên ku hatine rizgarkirin jî, meclîsên sivîl hatin ragihandin. Ev meclîsên sivîl jî beşdarî Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Di vî demî de jî Peymana Civakî pêk hat, lê li hin herêman meclîsên sivîl, li hin herêman jî sîstema rêveberiya xweser hate avakirin. Mesela di vî demî de dema ku Herêma Firat, Cizîr û Efrîn weke sîstema Rêveberiya Xweser tê rêxistinkirin, Reqa, Tebqa û Minbic jî weke Meclîsa Sivîl hate rêxistinkirin. Bi rizgarbûna Dêrazorê jî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê hate ragihandin.

We diyar kir ku bi qadên ku hatine rizgarkirin re, herêm fireh bû. Li ser vî esasî rêyeke çawa hate şopandin?

Di Peymana Civakî de ji bo ku guhertin û veguhertin pêk bên û nûbûn çêbibin, sala 2021’an weke qonaxa sêyemîn gavekû nû hate avêtin. Li aliyekî sîstema Rêveberiya Xweser li aliyê din jî sîstema meclîsên sivîl di meriyetê de bû. Vê yekê hem sîstema ku dihat xwestin li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê were avakirin, tevlîhev dikir hem jî dibû sedem ku di raya xwe de nemeşe. Lewma biryar hate dayîn ku sîstemeke nû were avakirin. Bi vî rengî Komîteya Peymana Civakî ya ku ji 158 kesan pêk tê hate avakirin. Di nava komîteyê de nûnerên neteweyên cuda, erdnîgarî, ol û mezheb, sazî, jin û ciwan hebûn. Komîteya teng a 30 kesî jî ku di nava 158 kesan de hate hilbijartin, weke ku hemû nûneran bigire nava xwe hate diyarkirin. Nêzî salekî li ser Peymana Civakî nîqaş hatin kirin. Bi derxistina taslakê re bi dehan civîn hatin kirin. Bi dehan saziyan re taslak hate parvekirin, nêrîn û pêşniyar hatin girtin. Li ser esasê hemû nêrîn û pêşniyaran di Kanûnê de civîneke 4 rojî hate lidarxistin; nêrîn û pêşniyarên ku hatin girtin jî li ser taslakê hate zêdekirin. Peymana Civakî 12’ê Kanûnê ji aliyê Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ve hate erêkirin.

We anî ziman ku sîstema heyî ji bo avakirina sîstemeke rêxistinkirî rastî astengiyan hat. Bi sîstema ku hatî avakirin re pirsgirêkên çawa derketin holê?

Qadên ku nehatibûn rizgarkirin, hebûn. Lewma di Peymana Civakî de cih nedigirtin. Gelê me yê li qadên hatine rizgarkirin dijîn jî, xwedî maf bûn ku tevlî Peymana Civakî bibin. Sîstema rêveberiyê jî ne yek bû, ev jî dibû sedemê krîzan. Divê di bin sîwana sîstemekê de herêm hatiban rêvebirin, divê gel bi hev re û di bin şert û mercên wekhev de bijî. Yek ji prensîbên herî girîng a Peymana Civakî jî konfederalîzma xwecihî ye. Divê ev jî ji nû ve berçav bihata derbaskirin. Berê ji ber ku em li gorî belgeyên navneteweyî diçûn, nûneriya jinan di navbera ji sedî 30-40 bû. Lê niha nûneriya jinan bûye ji sedî 50. Li hin herêman Qanûna Malbatê ketibû meriyetê, li hin herêman jî ne di meriyetê de bû. Prensîbeke din a Qanûna Malbatê ew bû ku li her derê were pêkanîn. Em dikarin mîna vê gelek mînakan bidin.

Girîngiya Peymana Civakî çi ye?

Mafê gelên li herêmê dijîn heye ku nexşerêya jiyana xwe diyar bikin. Weke tê 12 sal ji ser krîza Sûriyeyê derbas bûn. Di nava krîza Sûriyeyê de pergaleke ku hem di nava şer de hem jî pergaleke ku jiyana demokratîk, civakî û aborî hat avakirin. Ev pergal di çarçoveya xwestek û kedên gel de pêk hat. Ji ber vê bi civîn û nîqaşên gel ji bo avakirina pêşerojek nû diviyabû nexşerêyek bihata diyarkirin. Ji ber vê yekê hewceyî bi peymaneke wiha hebû. Weke tê zanîn ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên cuda dijîn, herêmeke dewlemend e. Pêşdaraziya ku netewên cuda yên herêmê dikarin çawa bi hev re bijîn û jiyaneke hevpar ava bikin zêde hebû. Lê belê di nava pergala demokratîk de her neteweyekê bi ol, mezheb, ziman, çand û baweriya xwe, di Peymana Civakî de cihê xwe girt. Dikare bê gotin ku; Li Rojhilata Navîn cara yekem e ku gel di mijara jiyana hevpar de li hev dikin. Peymana Civakî ku peymana gelan e, divê ji aliyê gelan ve bê parastin. Ji ber ku ji bo Rojhilata Navîn derfeteke çi qas mezin be, ji bo Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî derfeteke ew qas mezin e. Eger di peymanekê de mafên jinan were parastin, divê jin parastvanên vê peymanê bin. Dîsa ger mafên ciwanan bê parastin û neteweyên cuda, ol û mezheb neyên paşguhkirin, divê civak jî vê peymanê biparêze.

Peymana Civakî weke çareseriya krîza Sûriyeyê ye jî. Ji destpêka kirîza Sûriyeyê heya niha gelek civînên navneteweyî hatin lidarxistin. Lê destkeftiyên van hevdîtinan çi bûn?

Bi milyonan Sûrîyeyî niha penaber in, bi hezaran kes winda ne, bi deh hezaran xanî hatin rûxandin û  bi milyonan kes di konan de jiyana didomînin. Heta niha ti rêyên çareseriyê yên weke Peymana Civakî ku gel bikaribin jiyaneke aştiyane, ewle û hevpar ava bike nehatibû peydakirin.

Prensîb û rêgezên bingehîn ên Peymana Civakî çi ne?

Rêgezên ku azadiya jinê yên girêdayî Konfederalîzma Civakî û avakirina civakeke ekolojîk û demokratîk esas digere. Rêgezên ku weke wekheviya di navbera zayendan de bingeh dibîne, cudahî di navbera netew, ol û mezheban de nayê kirin û zimanê dayikê yê her neteweyekê diparêze û rewşa demografîk a herêmê wekî mîrasekê dibîne û diparêze, weke bingeha esasên Peymana Civakî tên qebûlkirin.

Li Sûriyeyê beriya niha ti caran mafên neteweyên cuda nehatin parastin. Cara ewil di peymaneke wiha de behsa Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Turkmen, Ermenî, Çerkez, Çeçen, Misilman, Xiristiyan û Êzidiyan tê kirin. Mafên gelan tên mîsogerkirin. Her wiha mafê her neteweyan yê ku bi reng, ziman û çanda xwe bijî di peymanê de cih digire.

Di madeya 4’an a peymanê de, ku di bin navê rêgezên peymanê yên bingehîn de ye, tê gotin ku “Pergala Xweser a Civakparêz a Demokratîk a  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewabûna xwe ji bingeha beşdarbûna hilbijartinên demokratîk ya ku hemû civak bi awayekî azad û wekhev digire. Hilbijartin wê çawa pêk werin?

Pergaleke hilbijartinê ya ku rasterast kota û temsîliyetê esas digire hat diyarkirin. Bo nimûne wê şêniyên taxê bi îradeyeke azad hevserokên xwe komunan hilbijêrin, yanî wê rasterast rêbaza nûnertiyê were sepandin. Wê Meclîsa Gelan bê avakirin. Gel wê di Meclîsa Gel de bi xwe nûnerên xwe hilbijêre. Weke hemû madeyên peymanê, di mijara hilbijartinan de jî wê mafên jinan bên parastin û temsîleyeta wekhev esas bê girtin.

Madeya 134'an a di beşa Hikûmên Giştî de dibêje: "Ger lihevkirinek li ser Destûra Bingehîn a Sûriyeya Demokratîk pêk were, dê ev peyman ji nû ve bê nirxandin." Gelo ev yek tê çi wateyê?

Ji gelên Sûriyeyê û cîhanê re peyamek bû. Di dîbaceya Peymana Civakî de, tê diyarkirin ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, parçeyekî xaka Sûriyeyê ye. Yanî Peymana Civakî wê ji krîz û pirsgirêkên Sûriyeyê re bibe çareserî. Ev çareserî nîşan dide ku gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji diyalogê re vekirî ne. Eger lihevkirineke siyasî çêbibe, li gorî vê lihevkirinê ji nûbûnan re vekirî ye. Çawa ku tê gotin em parçeyekî Sûriyeyê ne, bi heman rengî wê di dawiyê de jî li ser esasê daxwazên gelên Peymana Civakî û projeyên siyasî yên ku mafê gelan diparêze, derî ji madeyekî re bê vekirin ku wê cardin berçav bê derbaskirin.

Peymana Civakî 12’ê Kanûnê ji aliyê Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate erêkirin. Wê rêbazeke çawa bê şopandin?

Sîstema civakî û meclîsên civakî wê berçav bên derbaskirin. Li pêşiya me pêvajoyeke hilbijartinê heye. Wê hêman û prensîbên heyî, bibin yek. Wê mîna meclîsên komun, tax û bajaran, sîstemên kanton û meclîsê ji nû ve bên nirxandin. Mijarên ku min diyar kirine, rasterast girêdayî pêvajoya hilbijartinê ne. Di hilbijartinan de wê guhertin û veguhertin pêk were. Em bikevin pêvajoya xurtbûna rêxistina civakî. Ji bo ku Peyma Civakî were pêkanîn, pêdivî bi xebateke zêde û bi xwestek heye. Ji ber ku wê guhertineke ji kokê çêbibe. Dibe ku Peymana Civakî hatibe erêkirin, lê em dikarin bêjin ku esasê wê niha destpê dike; xwedî tecrubeyekî ye. Tecrubeya gelan a bi dehan salan heye. Gelê me xwedî wê hêzê ye ku ji bo avakirina sîsemeke nû bibe pêşeng.