'Azadiya Rêbertî daxwaza hêvî û azadiya gel e'

Parêzer Omer Barkal anî ziman ku hemû gelan hêz û vîna xwe ji fikir û felsefeya Ocalan girtine, lewma divê li hemberî tecrîda li ser Ocalan helwesteke xurt bê nîşandan.

Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan, ji Yekîtiya Hiqûqnasan a Parêzgeha Minbicê û gundewarên wê parêzer Omer Barkal ji ANF'ê re axivî.

Omar Barkal got, "Piştî sala 2013’an li ser bingeha rêveberiya xweseriya demokratîk a herêma Bakkur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşkêşkirina projeya neteweya demokratîk a li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî têdikoşe, herêm ji neheqî û rejîma kêfî ya Sûriyeyê hate rizgarkirin."

Omer Barkal bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Rêber Abdullah Ocalan heta roja îro di girtîgeha dewleta Tirk de bi rengekî giran tê ragirtin. Dewleta Tirk ji ber tirsa belavkirina fikrên wî yên azad tecrîd û cezayên dîsîplînê li ser wî ferz dike. Gelên bindest ên li Rojhilata Navîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karîbûn xwe ji bindestî û zilmê rizgar bikin û ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêbertî ye. Ew gel pê bawer bûn ku ramana Rêbertî tekane mifteya çareserkirina hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e."
 
Barkal işaret bi girîngiya çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Çalakiyên gelan ên ji bo vê armancê wê heta azadiya Rêbertî nesekine."

Omar Barkal bang li gelên Rojhilata Navîn û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, "Divê rabin ser piyan û helwesteke xurt li hemberî hemû balyozxaneyên navdewletî nîşan bidin û bi taybetî yên Tirkiyeyê. Her wiha divê di danheva îmzeyan ji bo azadkirina Rêber Ocalan dewam bikin."