Cenazeyê şehîd Rehmewî hat veşartin, gerîlayê HPG’ê Mezlûm hat bibîranîn

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê beşdarî merasîma şehîd Mihemed Emîn ‎Rehmewî bûn û gerîlayê HPG’ê Baran Mezlûm bi bîr anîn.

Bi sedan şêniyên kantona Firat û Minbicê, sazî û dezgeh, nûnerên Rêverberiya Xweser, nûnerên ‎partiyên siyasî, tevlî merasîma şehîd Mihemed Emîn ‎Rehmewî bûn.

Şehîd Mihemed ( Mihemed Emîn Rehmawî) 18`ê Kanûnê li kantona Minbicê şehîd bûbû û ‎îro li Goristana Şehîd Dicle ya Kantona Firatê merasîm hat lidarxistin û cenazeyê şehîd li ‎gundê Qibê ya girêdayî navçeya Qinê hat veşartin.‎

Gerîlayê HPG’ê şehîd Baran Mezlûm (Halim Mistefa) ku di ‎‎5’ê Îlona 2012’yan de li navçeya Elkê ya Şirnexê şehîd bûbû, hat bibîranîn.

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Mişî axivî û ‎got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ‎ditewînin û em ê tola şehîdan ji dijmin hilînin. Serkeftina herî mezin ew e ku em xwedî li ‎şehîdan derkevin, xwedî li Rêber Apo derkevin.”‎

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed axivî û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbatên ‎şehîdan re dixwazin û bejina xwe li hember şehîdan ditewînin. Tu carî em dewletên dagirker li ‎kêleka xwe qebûl nakin û em xwedî li projeya xwe ya neteweya demokratîk derdikevin. Em soz didin şehîdên xwe em ê tola şehîdên xwe ji dijmin hilînin.‎"

Endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Mewas da zanîn dijmin tu carî nikare ‎îradeya gelê Kurd bişikîne û wiha got: "Em soza xwe nû dikin ku em ê şopdarê şehîdê xwe bin.‎"

Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hate kirin û cenazeyê şehîd ‎Mihemed li gundê Qibê ya li navşeya Qinê hat veşartin.