Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê greva birçîbûnê destpê kir

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd, dest bi greva birçîbûnê kirin. Bi armanca piştevaniyê li Hesekê jî greva birçîbûnê hate destpêkirin.

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongreya Îslama Demokraîtk a bajêr dest bi greva birçîbûnê kir.

Çalakiya greva birçîbûnê di çarçoveya çalakiyên Însiyatîfa Gel a kantona Cizîrê de lidar dikeve. Beriya wê jî li Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîs, Qamişlo û Amûdê bi heman mebestê çalakiyên grevên birçîbûnê hatin lidarxistin.

Berpirsên çalakiyê ku konê wê li nêzî Çerxerêya Cûdî hatiye vedan, diyar kir ku çalakî dê 2 rojan dewam bike.

Beriya destpêkirina çalakiyê, endamê Însiyatîfa Gel Emmar Şemlan û endama Koordînasyona Kongra Star Rîma Mehmûd daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyekê de hate gotin, gelê herêmê piştgiriya berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li girtîgeha Îmraliyê dike û dê li hember siyasetên li dijî wî li Îmraliyê têne kirin, berxwedanê mezin bikin.

Her wiha hate diyarkirin ku çalakgerên greva birçîbûnê ji bo ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were, dê têkoşînê mezin bikin.

Piştre belgefîlmek li ser berxwedana têkoşerên tevgera rizgariya Kurdistanê ya di zindanan de hate nîşandan.