Cenazeyê Şehîd Fayîz Ednan El Matar li Til Hemîsê hate veşartin

Xelkê navçeya Til Hemîsê ku li Kantona Cizîrê ye, cenazeyê endamêw Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fayîz Ednan El Matar spart axê.

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fayiz Ednan El Matar ku di 19`ê Kanûnê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir kir.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Salih El Xelef axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: "Em bi fedakariyên şehîdan ji bo parastina ax û welat serbilind in."

Her wiha endamê Saziya Olî ya navçeyê Mutez El Omerî jî fedakariyên şehîdan û têkoşîna wan di oxira parastina gel de silav kir.

Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El Hisên soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin û destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin û cenazeyê şehîd di nav sloganên "Şehîd namirin" de hate veşartin.