ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çalakiyên mertalên zindî berdewam dikin
Çalakiyên mertalên zindî ku ji bo parastina navendên stratejîk û xizmetguzariyê yên Kantona Cizîrê dest pê kirin, bi beşdariyek girseyî berdewam dike. -
Li Efrînê bombe teqiya: 5 kes birîndar bûn
Li Efrîna dagirkirî di encama teqîna motorsîkleteke bombebarkirî de, 5 kes birîndar bûn. -
Ji bo şehîdên Qamişloyê şîn hate danîn
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê sersaxî ji malbatên şehîdên Qamişlo re xwestin û diyar kirin ku ew ê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin. -
Bîlançoya 24 saetên dawî ya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku 26'ê Kanûnê depoyên genim, febrîqe û stasyona trenê jî di nav de gelek saziyên xizmetê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin. -
Şêniyên Kantona Firatê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên Kantona Firatê meşeke girseyî lidar xistin. -
Hevpeymana Civakî dikare bibe destûra bingehîn a Sûriyeyê
Hevserokê Buroya Têkiliyên bi Gel re ya PYD'ê Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî di wê astê de ye ku paşerojê bibe destûra bingehîn a Sûriyeyê û got, "Nabe ku êdî Sûriyeyê tenê bibe Komara Ereb a Sûriyeyê." -
Şêniyên Amûdê li ber êrîşan û bêdengiya civaka navneteweyî rabûn
Şêniyên Amûdê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistin û hem êriş hem jî bêdengiya hêz û civaka navneteweyî şermezar kirin. -
Gundên Şehbayê tên bombebarankirin
Artêşa Tirk a dagirker danê êvarê bi çekên giran gundên Kantona Şehba bombebaran kir. -
Li Kobanê sê bendên kontrolê hatin bombebarankirin
Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker 3 bendên din ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê bombebaran kirin. -
Li Kobanê û Amûdê noqteyên kontrolê hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker bajarê Kobanê û Amûdê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. -
Bi hezaran gelê Efrîn û Şehbayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. -
Dagirkeran êrîşî bendenên kontrolê kirin
Dewleta Tirk a dagirker bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li têketina rojhilatê Kobanê û bendeke din a li têketina rojavayê Kobanê li ser rêya Cerablusê bombebaran kir. -
Li Girkê Legê embarên genim hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker derdora embarên genim ên navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê bombebaran kir. -
Şehîdên Qamişloyê ji aliyê bi hezaran kesan ve hatin veşartin
Ji bo welatiyên di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Qamişlo şehîd bûbûn, merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
Artêşa Tirk bombe li Qamişloyê barand
Artêşa Tirk a dagirker car din bombe li bajarê Qamişlo yê Rojava barand. -
Rêveberiya Xweser bîlançoya êrîşan eşkere kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di 40 êrîşên dewleta Tirk de yên doh hatin kirin 8 kes şehîd bûn, 18 kes jî birîndar bûn. -
YPJ: Yên ku dixwazin welatê me bikin mîna dojehê, wê di nava vî agirî de bişewitin!
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker da û got, "Bila cîhan tev zanibe, yên ku hewl didin welatê me bikin mîna dojehê wê di nava wî agirê dojehê de bişewitin." -
Şêniyên Kobanê: Dewleta Tirk li bin ketiye, rêya me rêya serketinê ye
Şêniyên Kantona Firatê diyar kirin ku dewleta Tirk bi bin ketiye, lewma êrîşî herêmên wan dike û destnîşan kirin ku dewleta Tirk çiqas êrîşî wan bike jî ew ê bi ser bikevin. -
Xelkê Qamişloyê şehîdên xwe dispêre axê
Xelkê Qamişloyê bi merasîmeke girseyî şehîdên xwe dispêre axê. -
Sazî û tevgerên çand û hunerê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Sazî û tevgerîn çand û hunerê yên herêma Cizîrê, bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kirin. -
Derabeyên dikanên Qamişloyê ji bo bîranîna şehîdan nehatin vekirin
Sûka Qamişloyê ji bo bîranîna 8 kesên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, nehate vekirin. Ji bo 8 şehîdan wê îro merasîmek bê lidarxistin. -
QSD: Divê her kes li dijî êrîşan axa xwe û şoreşa xwe biparêze
QSD’ê bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker axa xwe û şoreşa xwe biparêzin. -
Welatiyên li Qamişlo şehîd bûne dê sibe bi merasîmekê bên veşartin
Cenazeyê 8 şehîdên di bombebarana dewleta Tirk a dagirker ya li ser Qamişloyê de şehîd bibûn, wê sibe bi merasîmeke bi heybet werin veşartin. -
Li Qamişlo welatiyekî din jî şehîd bû
Di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Qamişlo de 8 welatî şehîd bûn. -
Navê 7 welatiyên ku di êrîşan de şehîd bûne hatin eşkerekirin
Komîteya Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, navên kesên ku di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser Kantona Qamişlo de şehîd bûne, eşkere kir.