Li Şehbayê zor û zehmetiya li kampan zêde bûye

Li herêma Şehbayê ku zivistan gelekî zehmet e, ji ber dorpêça rejîma Baasê, nebûna sostemenî û xizmetên tendurstiyê zor û zehmetiya li kampan zêde bûye.

Piştî ku dewleta Tirk di Adara 2018'an de Efrîn dagir kir, zêdeyî 300 hezar mirov derbasî Şehba û Helebê bûn. Ji bo koçberên Efrînî kampên Berxwedan, Serdem û Şehbayê hatin avakirin. Mirovên li kampan ji ber ku di bin dorpêçeke giran de ne, serma û seqema zivistanê bandoreke giran li jiyana wan dike. Bi taybetî li herêma ku ji aliyê Tûmena 4'emîn a rejîma Şamê dorpêç kiriye, nebûna gaz û malzemeyên xwegermkirinê dibe sedema felaketeke mezin.

Ji ber nebûna sotemeniyê dibe ku Nexweşxaneya Efrînê û Nexweşxaneya Til Rifetê, her wiha Heyva Sor a Kurd û navendên tenduristiyê yên li Şehbayê bêkêr bimînin. Ji ber ku destûra derbaskirina dermanan nayê dayin, li herêmê pirsgirêka dermên jî rû daye. Pirsgirêka sotemeniyê jî xizmetên tenduristiyê gihandiye asta rawestînê.

Ji ber şidandina dorpêçê û kêmbûna sotemeniyê, xisareke mezin li karê çandiniyê jî bûye. Her wiha ji bo cotkirina zeviyan elektrîk û jenerator nînin ku ev yek jî bûye sedem berhemên li herêmê kêm bibin.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê jî dewam dikin. Li herêmê saziyên alîkariya mirovî ya navneteweyî jî kar nakin.