Li Şehbayê çalakiya greva birçîbûnê destpê kir

Li Şehbayê ji bo piştgiriya bi girtiyên ku li girtîgehên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê kirine, çalakiya greva birçîbûnê destpê kir.

Girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin.

Li parka 4'ê Nîsanê ya girêdayî navçeya Ehdas a Kantona Efrîn û Şehbayê komîteya girtî û windayan çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Çalakî wê heta du roja berdewan bike.

Di destpêka çalakiyê de piştî deqeyek rêzgirtinê, daxuyanî ji aliyê komîteya girtî û windayan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê ji ber kiryarên ku tên kirin kesek nikare bi awayek demokrat tev bigere, û bi hezaran girtiyên Kurd hene. Her wiha hate destnîşankirin ku tecrîda li Îmraliyê her diçe girantir dibe û li dijî wê jî çalakiyên greva birçîbûnê destpê kirine.

Di çalakiyê de endama koordînasyona komîteya girtî û windahiyan Mistafa Mihemed li ser avakirina vê komîteyê axivî û got ku ew xwe bi vê çalakiyê sînordar nakin.

Her wiha Endama Kongra Star Silava Cuma jî ku beşdarî çalakiyê bû, nêrîna xwe ya di derbarê çalakiyê de ji ANF’ê re anî ziman û wiha got: “Em îro bi beşdarbûna vê çalakiyê piştgiriyê didin girtiyên li girtîgehan. Em bang li hemû cîhanê dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocelan dengê xwe bilind bikin.”

Her wiha çalakî bi helbest û stranên şoreşgerî dewam kir û wê heta du roja berdewam be.