QSD'ê 4 sîxurên berpirsê şehadetan girt

QSD'ê tora sîxurtiyê ya berpirsê şehîdbûna endama fermandariya Meclisa Leşkerî ya YPJ′ê Şervîn Serdar û hevrêyên wê girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku tora sîxurtiyê ya berpirsê şehîdbûna Şervîn Serdar û hevrêyên wê girt.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Tîmên operasyonên hevbeş tora sîxurtiyê ya ji 4 çeteyan pêk tê û xizmetî îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker dikin û destên wan di şehîdbûna endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya YPJ′ê Îman Mehmûd Derwêş (Şervîn Serdar), hevrêyên wê Canda Cûdî û Nûcan Ocalan de hebûn girt. Ew her sê şervan di 15′ê Îlona 2023′yan de hatin şehîdxistin.

Torê li xwe mikur hat ku wan bi awayekî birêxistinkirî li gorî perspektîfên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ev sûc kir. Piştî rêzelêpirsîn û şopandina agahî û belgeyan tîmên operasyonên hevbeş agahî li ser vê torê xayîn û çete kom kir. Tîman bi ser wan de girtin û ew girtin. Wan li xwe mikur hat ku li gorî perspektîfên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ev sûca hovane kirine.

Dê lixwemikurhatinên torê bi awayekî hûrgilê demeke pêş bên ragihandin."