Li kantona Cizîrê li dijî tecrîdê meş

Bi sedan şêniyên kantona Cizîrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Xelkê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi armanca piştgiriya berxwedana girtiyên ku di grevên birçîbûnê de ne meşeke navendî lidar xistin. Bi sedan şênî, endamên Rêveberiya Sivîl, Meclîsa Malbatên şehîdan û Kongra STAR tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdan hatin hildan û bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.

Meş ji Çarxerêya Sonî ya Qamişlo destpê kir, heya navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo berdewam kir. Çalakvan li pêşiya avahiya Çand û Hunerê kom bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, daxuyaniyek ji aliyê ciwanên PYD’ê ve hat xwendin. Daxuyaniya ciwanan bi vî rengî ye:

“Azadiya Rêber APO, azadiya jin û ciwanan e. Bi komploya navnetewî dixwestin civakê bê pêşeng bihêlin, lê bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev komplo vala derket. Ev 33 meh in tecrîda giran li ser Rêber Apo  tê meşandin. Ji ber vê yekê divê hemû rêxistinên mafê mirovan bi erka xwe rabe û vê tecrîda giran a li ser Rêber APO şermezar bikin. Em weke ciwanên PYD dibêjin ku em ê çalakiyên xwe berdewam bikin heya ku rewşa Rêber Apo eşkere bibe.”

Piştre li ser navê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şaha Xelîl bal kişand ser berxwedana gel û sekna wan a li hemberî dijmin û wiha pêde çû: “Em ê ji bo Rêberê xwe li qadan bin. Em ê her tim xwedî li Rêbertî û xwîna şehîdên xwe derkevin.”

Meş bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.