ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Minbicê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
Şêniyên Minbicê destnîşan kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ew jî azad nabin û diyar kirin ku heta bigihêjin vê armanca xwe wê çalakiyên xwe dewam bikin. -
'Dewleta Tirk dixwaze pergala tenduristiyê ya herêmê têk bibe'
Dr. Mihemed Nûr û Dr. Azad Reşo gotin, “Di navbera dorpêçkirina hikûmeta Şamê û êrîşên dewleta Tirk de siyaseteke qirêj heye. Dixwazin nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xizmetê derxînin.” -
'Em ê berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê bidomînin'
Înîsiyatîfa Gel a Qamişloyê soza berfirehkirina berxwedan û têkoşînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dubare kir û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî şermezar kir. -
Înîsiyatîfa Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ji saziyên navneteweyî re name şand
Înîsiyatîfa Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin, ji saziyên navneteweyî re name şandin û bang li wan kir ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. -
Endama HPC’ê Fîdan Hemo li Şehbayê hat veşartin
Endama HPC’ê Fîdan Hemo ya di 1’ê Çileya 2024’an de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Fafînê hat veşartin. -
Tevgera Xwedekarên Demokratîk a Kantona Firatê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir
Tevgera Xwendekarêb Demokratîk a Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. -
Artêşa Tirk a dagirker Şehbayê bombebaran dike
Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker bejahiya Şehbayê bombebaran kir. -
Xelkê Amûdê: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin
Çalakiya xelkê Amûdê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, didome. -
Xelkê Eyn Îsayê dewleta Tirk a dagirker şermezar kir
Şêniyên Eyn Îsayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Hîşê ya girêdayî navçeya Eyn Îsayê meşiyan. -
Êrîşî baregeha DYE’yê ya li Hesekê hate kirin
Li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî baregeha leşkerî ya DYE’yê êrîşek pêk hat. -
Li Şêrawayê di encama topbarana Sûriyeyê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikûmeta Şamê gundên navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê topbaran kir. Di encama topbaranê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da. -
Dagirkeran êrîşî gundên Minbicê dikin
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Kawiklî, Mefarîd, Seyade û Yalanlî yên bakurê rojavayê Minbicê bombebaran kirin. -
Di sala 2023’an de 289 çete hatin girtin
Li gorî bîlançoya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 2023'an, di operasyonên li dijî çeteyan de bi giştî 94 şaneyên çeteyan hatin belavkirin û 289 çete hatin girtin. -
HRE’yê bîlançoya çalakiyên sala 2023’an eşkere kir
HRE’yê ragihand ku di sala 2023’an de 34 çalakî lidar xistin. Di encamê de 92 çete û dagirker hatin kuştin. -
Têkildarî êrîşên dewleta Tirk dosya ji zêdeyî 150 saziyan re hate şand
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker, dosya ji zêdeyî 150 saziyên navneteweyî re şand. -
Dewleta Tirk a dagirker malbatek revand
Li Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, di roja yekem a salê de malbatek revand. -
QSD: Sala 2023’an 237 dagirker hatin kuştin
QSD’ê bîlançoya sala 2023’an eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di 143 operasyonên hêzên QSD’ê de 52 leşkerên Tirk, 185 çete hatine kuştin û 173 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn. -
SOHR: Sala 2023’an li Sûriyeyê herî kêm 4 hezar û 360 kes mirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku sala 2023’an li Sûriyeyê herî kêm 4 hezar û 360 kes mirin ku nêzî hezar û 900 ji wan sivîl bûn. -
Li Qamişlo cenazeyê şehîd Ciwan Elî hate veşartin
Welatiyê bi navê Ciwan Elî ku di êrîşên dewleta Tirk a li ser Çapxaneya Sîmav de birîndar bû, 29’ê Kanûnê şehîd bû. Cenazeyê şehîd Ciwan li Qamişloyê hate veşartin û Aya Mihemed jî di êrîşa li gundê Um El Firsan de şehîd bûbû, hat bîranîn. -
Dewleta Tirk êrîşî Qamişlo kir: 2 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker a bombe li derdora daîreya avê ya bajarê Qamişloyê barand, di encamê de 2 kes birîndar bûn. -
Hêviya şêniyên Efrînê ya sala nû rizgarkirin û vegera Efrînê ye
Şêniyên Efrînê yên li Kampa Berxwedan a Şehbayê, bi wesîleya sersala zayînê ya 2024’an diyar kirin ku hêviya wan a herî mezin rizgarkirina Efrînê û salek din li warên xwe pîrozkirina vê rojê ye. -
Hezar û 25 parêzeran ji bo azadiya Abdullah Ocalan serî li Rêxistina Efûyê dan
Hezar û 25 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û herêmên din ên Suriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan. -
Xelkê Firatê sersaxî ji malbata şehîd Şahîn re xwest
Di 28'ê Kanûnê de dewleta Tirk Şengal bombebaran kir û di encamê de 5 karker şehîd bûn, yek ji wan karkeran Şahîn Elî yê ji bajarê Kobanê ye. Xelkê Kantona Firatê sersaxî ji malbata şehîd re xwest. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şera û Eyn Îsayê topbaran dike
Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundên navçeyên Şera û Eyn Îsayê topbaran dike -
Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî dewleta Tirk daketin qadan
Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan.