Li Hesekê û Qamişloyê 22 bazirganên tiryakê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Hesekê û Qamişloyê mîqdareke mezin madeyên tiryakê û 22 bazirganên tiryakê hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku mîqdareke mezin tiryakê û 22 bazirganên wê hatine girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di çend rojên derbasbûyî de hêzên me yên li dijî madeyên tiryakê, li bajarên Hesekê û Qamişloyê gelek mudaheme li veşartgehên firoşgehên madeyên tiryakê pêk anîn.

Di encama kar û xebatên berdewam ên ji bo şopandina dosyayên kesên ku bi madeyên tiryakê re mijûl dibin, Rêveberiya dijî madeyên tiryakê gelek serdegirtin li bajarên Hesekê û Qamişlo pêk anîn û di encamê de 22 kes ku 2 jin jî di nav de yên ku di firotin û belavkirina van madeyan de dixebitîn binçav kirin. Her wiha ev madeyên di destê wan de hatin desteser kirin:

 _129.117 hebên kaptagon

_148 hebên tiryarkê ên curbecur

_862,9 gram heşîş

_621 gram tovê heşîşê “Gembes

_1 gram krîstal “H-Bûz”.

_2 Pakêtên cixarê bi madeyên tiryakê hatine dagirtin

_17 Qalûnên kişandina tiryakê

_3 Çekên spî (kêr û alavên tûj)

_27 Telefonên destan

_ 2,888,500 lîreyên sûrî

_ 2 mizîn (alava pîvanê)

Piştî lêpirsînê kesên sûcdar û tiştên ku hatin desteserkirin radestî Dozgeriya Giştî bûn, da ku der barê wan de tedbîrên pêwîst bên girtin.”

Rêveberiya giştî ya dijî madeyên tiryakê bang li hemwelatiyan kir ku ji bo parastina ewlekarî û selametiya welatiyan bazirgan û firoşkarên madeyên tiryakê ji wan re ragihînin.