Zanyarê nukleerê yê payebilind ê Îranê û 11 endamên Muxafizên Şoreşê mirin
Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya sibêha înê li ser navendê Tehranê de zanyarê nukleerê yê payebilind û di êrîşa roja Pênçşemê de jî 11 endamên Muxafizên Şoreşê mirin.
Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya sibêha înê li ser navendê Tehranê de zanyarê nukleerê yê payebilind û di êrîşa roja Pênçşemê de jî 11 endamên Muxafizên Şoreşê mirin.
Li gorî Wall Street Journalê zanyarê nukleerê yê payebilind ê Îranê sibêha înê di êrîşa Îsraîlê ya li ser avahiyekî li navenda Tehranê de mir. Şahidên bûyerê ragihandin ku nuqteyekî diyar ê avahiyê dane. Rayedarên Îsraîlê piştrastkirin ku hedef zanyerekî nukleerê yê payebilind ê di bernameya nukleerê ya Îranê de cih digre ye.
10 ZANYAR HATIN KUŞTIN
Li gorî rayedarên Îsraîlê bi vê suîqestê re ji destpêka şer ve hejmara zanyarên girêdayî bernameya nukleer û leşkerî yê Îranê hatiye kuştin, derket 10’an.
12 ENDAMÊN MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ HATIN KUŞTIN
Muxafizên Şoreşê yê Îranê ragihandin ku 11 endamên wan di êrîşa Îsraîlê li roja Pênşemê li ser eyaleta Azerbeycan Rojhilat a bakurê rojvayê welat pêk anî de mirin.